Gokçek dawî li rojiya mirinê anî

Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek di roja 323'emîn de dawî li çalakiya xwe ya rojiya mirinê anî.

Endamên Grûp Yorûm di roja 323'emîn a rojiya mirinê ya Gokçek de li ber Mala Berxwedanê ya li Kuçukarmûtlû daxuyanî dan.

Parlamentera HDP'ê Huda Kaya, Parlamenterê CHP'ê Alî Şeker, Parlamenterê Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) Bariş Atay, Seroka ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korûr Fîncanci, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût, Parlamenterê berê yê HDP'ê Ferhat Encu, hunermend Pinar Aydinlar û gelek kes di dema daxuyaniyê de amade bûn.

Grûp Yorûm ragihand ku Gokçek dawî li çalakiya xwe aniye.

GRÛP YORÛM: BERXWEDANA ME BI SER KET

Endama Grûp Yorûm Seher Adiguzel got, "Endameke me ji bo rakirina qedexeyên li ser konseran di roja 288'an de tevlî nava karwanê nemiran bû. Stranên me ji bo serbestberdana qedexeyan e. Îbrahîm di roja 323'an a rojiya mirinê de ye û rewşa wî krîtîk e."

Adiguzel got, "Berpirsyarê vê jî desthilatdarî ye. Me doh biryarek dan. Berxwedana me ji aliyê siyasî ve bi ser ketiye. Me dengê xwe gihand tevahiya cîhanê. Grûp Yorûm bû dengê gelên Tirkiyeyê, lewma bi ser ket. Em îro vê yekê radigihînin. Hevdîtinên erênî jî dikin. Hevalên me niha serlêdana konserê li walîtiyê dikin. Hêvîdar im wê bersiveke erênî bidin. Îbrahîm Gokçek navberê dide çalakiya xwe. Ji ber ku me serketina siyasî bi dest xist. Hevalên li vir hemû gotin ku wê şopdarên pêvajoyê bin. Lewma em navberê didin vê berxwedanê."