Giyanê 14’ê Tîrmehê li Kerkûkê ye

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê yên li Kerkûkê gotin ew şopdarên Berxwedana 14’ê Tîrmehê ne û li Kerkûkê ne, ew ê ti caran wê ji vê xetê bi paş ve neçin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Kerkûkê gotin ew şopdarên giyanê 14’ê Tîrmehê ne.

Gerilayên li Kerkûkê di salvgera 35. a Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de ji ANF’ê re axivîn û gotin îro ew bi giyanê berxwedanê yên ku wan mîras girtine li vir in.

Gerîlayê HPG’ê Felat Dîcle got, di PKK’ê de destpêka giyanê fedaî Berxwedana 14’ê Tîrmehê ye û got: ‘Ev berxwedana rûmetê ya li dijî mêtingeriyê bû destpêka 15’ê Tebaxê jî.’’ Dîcle got destpêka hemû şoreşên îro yên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn encama Berxwedana 14’ê Tîrmehê ye û vî giyanî ye û diyar kir ew ê tim dilsozê vî giyanî bin.

NIHA JÎ BERDEWAM DIKE

Gerîlaya YJA Starê Nûjîn Mako jî got ew ê di xeta wan de têbikoşin û wiha doma kir ‘’Radestbûna li dewleta Tirk qebûl nekirin û bûne xwedî berxwedaneke wiha watedar û mezin. Heke îro berxwedan hatibe vê astê û li çar parçeyên Kurdistanê geş bûbe ev bi hevalan e. Ji ber ku giyanê 14’ê Tîrmehê berdewam e.’’

Nûjîn diyar kir ku 14’ê Tîrmehê ji bo PKK’ê xet e û got ew ê ti caran ji vê xetê neyên xwarê. Nûjîn diyar kir ku di şexsê Mehmet Tûnç û Çiyageran de berxwedanê biryardar xwe dispêrin 14’ê Tîrmehê û got: ‘’Metmet Tûnc digot em ê ti caran çokan nedeynin. Ev rih bi 14’ê Tîrmehê ye. Em ti caran ji bîr nakin. Me soz daye ku vê têkoşînê ku bi keda wan hatiye îro bibin sêrî. Em sond dixwin ku bi tevlêbûn û têkoşîna rast bi ser bixin.’’