Girtiyên PKK’yî û PJAK’î di salvegera berxwedana rojiya mirinê ya girtîgeha Amedê ya nimreya 5’an de, daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Ji ber salvegera berxwedana rojiya mirinê ya ku kadroyên pêşeng ên PKK’ê Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de destpê kiribûn, li ser navê girtiyan Denîz Kaya daxuyaniyek hate weşandin:
ZINDAN BI GIYANÊ KEMAL PÎR LI BER XWE DIDIN
Çawa ku rejîma faşîst a 12’ê Îlonê di şexsê PKK’ê de xwest gelê Kurd tune bike, îro jî faşîzma Erdogan-Bahçelî dixwaze Kurdan tune bike. Kemal, Akîf, Alî, Ferhatan bi giyanê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê cuntaya 12’ê Îlonê têk birin û îro jî girtiyên PKK’yî û PAJK’î wê polîtîkayên van faşîstan pûç bikin. Li zindanên metropolên Tirkan û Kurdistanê bi giyanê berxwedanê yê Kemal Pîr berxwedan tê kirin.
ÇARESERIYA DEMOKRATÎK BI RÊBERTIYA ME PÊKAN E
Desthiltdara faşîst tecrîd û îzolasyoneke mezin li ser Rêbertiya me dike. Ev polîtîka û îzolasyon êdî îflas kirine. Heke wê çareseriyeke demokratîk pêk were, ev bi muzakereyên Rêbertiya me re pêkan e. Em girtiyên PKK’yî û PAJK’î vê polîtîkayê şermezar dikin û lanet dikin. Em careke din diyar dikin ku em ê bi giyanê 14’ê Tîrmehê têkoşîna xwe bidomînin.
EM Ê LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN FAŞÎST LI BER XWE BIDIN
Qutkirina dengê demokratîk, avêtina zindanan û pêşîlêgirtina siyaseta demokratîk nêzikbûneke faşîzan e. AKP û Erdogan dixwaze hemû kesên mûxalîf bêdeng bike.
Divê hemû aliyên demokrasiyê bizanibin ku bi Rewşa Awarte û Biryarnameyan ve welatek nayê birêvebirin. Li hemû zindanan îşkenceya fîzîkî li hevalên me dikin. Divê ew bizanibin ku li hemberî êşkenceyên li Tarsûs, Elezîz û Şakranê em ê bi giyanê berxwedana 14’ê Tîrmehê bersivê bistînin û em ê li hemberî polîtîkayên faşîst li ber xwe bidin.
Em girtiyên PKK’yî û PAJK’î berxwedêrên çand û giyanê berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê ji me re mîras hiştine, bi hurmet careke din bi bîr tînin. Em ê di paradîgmaya Rêbertiya xwe de berxwedana xwe geştir bikin û bi vê baweriyê em gelê xwe silav dikin. Bijî Giyanê Berxwedana 14’ê Tîrmehê!”