Girtiyên nexweş 15 roj in di greva birçîbûnê de ne
4 girtiyên ku bi nexweşiya giran in, li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ev 15 roj in di greva birçîbûnê de ne.
4 girtiyên ku bi nexweşiya giran in, li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ev 15 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Girtiyên bi nexweşiya giran ên li Girtîgeha Tîpa R a Menemen-Îzmîrê Ergîn Aktaş, Yûsûf Bûlût û yên ji Rojavayê Kurdistanê Dîcle Bozan û Ehmedê Xemî, li dijî astengkirina mafê wan ê tedawiyê û kiryarên neyînî, ji 20'ê Nîsanê ve di greva birçîbûnê de ne.
Ji girtiyên di grevê de ne Ergîn Aktaş ji ber ku her du destên wî nîne nikare bi tena serê xwe bijî. Dîcle Bozan jî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê roviyên wê 9 roj in derxistine derve û li benda emeliyatê ye. Wekî din Yûsûf Bûlût (68) ê nikare rabe ser xwe, mîna Ehmedê Xemî ji piştê û jêr ve felç bûye.
REWŞA WAN GIRAN DIBE
Rewşa tenduristiyê ya van girtiyên nexweş ji ber ku ji 20'ê Nîsanê ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne, roj bi roj giran dibe. Daxwaza wan jî ew e ku tenê şert û mercên girtîgehê bên başkirin, bên tedawîkirin û di dema xwe de bên emeliyatkirin.