Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê, careke din bi lêdana li girtiyan kete roejvê. Parêzer Tûgay Bek diyar kir, ku wî roja 27'ê Cotmehê b girtiyan re hevdîtin kiriye û girtiyan jê re gotine, li wan tê dayîn. Bek destnîşan kir, ku rêveberiya girtîgehê di bin navê lêgerînê de êrîşî girtiyan dike û heta jê tê li girtîgehê aloziyê dike.
LÊDANA BI ÎDÎAYA 'DERIYÊ HESIN HAT ŞIKANDIN'
Bek anî ziman ku gardiyan timî gefê li girtiyan dixwin û li wan didin. Bek da zanîn, gardiyanan di şeva 20'ê Cotmehê de avêtine ser qewîşan û li girtiyan dane. Bek got, "Bi îdîaya ku 'deriyê hesin ê qewîşê şikandine' girtiyên bi navê Rojhat Bîlgîç, Çetîn Bahadir û girtiyên din ên li qewîşê ji qewîşê hatine derxistin, heqaret li wan hatine kirin, gef li wan hatine xwarin û li wan hatiye xistin. "
Bek bibîr xist, ku name û pirtûkên girtiyan tên desteserkirin, hemû mafên bingehîn ji girtiyan hatine standin, rêveberiya girtîgehê bersivê nade daxwaznameyên girtiyan û daxwaznameyên ku girtiyan têkildarî îşkenceyê ji Meclîsê re şandine, bi îdîaya "ewlekariya girtîgehê dixe xeteriyê' ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatine desteserkirin. Bek xwest, dawî li binpêkirina mafên mirovan û rewşa aloz a li girtîgehê were anîn.
BI SEYAN LI QEWÎŞAN DIGERIN
Bav Kerem Ozlu jî bi kurê xwe Yilmaz Ozlu yê li heman girtîgehê re axivî û anî ziman ku kurê wî li ser binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehê agahî daye wî. Bav Ozlu got, "Kurê min ji min re; 'Gardiyan bi seyan lêgerînê li qewîşan dikin û li girtiyan didin. Dest datîne ser pirtûk û nameyên girtiyan, alavên me belav dike. Bi ti awayî mafê me yên rewa nayên dayîn.' Em ji jiyana zarokên xwe bi fikar in. Bila êrîş bi dawî bibin."
RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ PÊKANÎNA REWA NÎŞAN DIDE
Emre Aykûltelî yên ku ji girtîgehê hate berdan jî diyar kir ku girtiyên li girtîgehê di nava tecrîdeke girankirî de dijîn. Îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk li girtiyan tê kirin. Davêjin ser qewîşên girtiyan û li wan didin." Aykûltelî diyar kir ku divê gel li ber van kiryarên dewleta Tirk rabe.