Girtiyên li Konyayê hişyariya 'rojiya mirinê' dan

6 girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Seydîşehîr a Konyayê li dijî zext û êşkenceyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdorveger-bêdem kirin, hişyarî dan ku eger bersiv ji daxwazên wan re neyê dayin wê bikevin rojiya mirinê.

Li Girtîgeha Tîpa T a Seydîşehîr a Konyayê, şeş girtî beriya du rojan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kiribûn.

Endamê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Abdûrrahman Karabûlût diyar kir, hem li ser daxwaza komeleyê hem jî ya malbatan ew 7'ê Gulanê çûn girtîgehê.

Karabûlût diyar kir, wan Ş.F., D.A., O.K., M.A., C.D., R.E., Y.Û. ên di hucreyê de ne û M.A. yê ji ber nexweşiyê rakirin revîre re hevdîtin kirin.

BI MEHAN E BERSIV JI DAXWAZÊN WAN RE NAYÊ DAYIN

Karabûlût diyar kir ku girtiyan hişyarî dane, eger bersiv ji daxwazên wan re neyê dayin wê bikevin rojiya mirinê û li ser sedema grevab birçîbûnê û daxwazên girtiyan got, "Girtî û hikumxwar dixwazin ku dawî li serjimartina li ser piyan bê anîn ku li rûmeta mirovahiyê nayê û hevalên wan ên li hucreyan hatine belavkirin ji nû ve li koxûşan vegerînin. Di prensîbê de li dijî jimartinê nînin, lê belê dixwazin jimartin bi rêbazeke li rûmeta mirovan tê bê kirin. Her wiha tev daxwazên xwe bi mehan e hem bi nivîskî hem jî bi devkî ji saziyên pêwendîdar re ragihandine, lê heta niha bersiv ji wan re nehatiye dayin. Ji ber vê yekê jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kirine."

Karabûlût bal kişand ser êşkenceya li girtiyan tê kirin û got, di dema hevdîtinê de girtiyan hemûyan diyar kirin ku ji ber ew li ber serjimartina li ser piyan rabûne gardiyanan li wan dane.