Girtiyên lêgerîna tazî qebûl nekirin, lêxistin!

Girtiyên lêgerîna tazî qebûl nekirin, lêxistin!

4 girtiyên ku ji Girtîgeha Tîpa H ya Bûrsayê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê hatin kirin, ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekirin rastî lêdanê hatin. Bavê girtiyê bi navê Ayhan Dag Davut Dag diyar kir ku, heta niha kurê wî gelek çaran rastî sirgûnê hat û her tim mexdûr dibe û wiha got: "Edî bese ev zulim û neheqî. Ez êdî vê yekê qebûl nakim."

Girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ku di 12'ê Îlona 2012'an de ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem bêdorveger kirin û piştî 68'an li ser banga Ocalan dawî li çalakiyê anîn, ceza û zordariyên li ser girtiyan zêde bûn.

Girtî hem tên sirgûnkirin û hem jî rastî cezayê hucre û dîsîplînê tên. Niha jî 4 girtî ji Girtîgeha Tîpa H ya Bûrsayê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê hatin kirin. Girtiyên ku hatin sirgûnkirin, ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekirin rastî lêdan û îşkenceyê hatin.

Girtiyê bi navê Osman Kilavuz, Huseyîn Beyaz, Samet Aydemîr û Ayhan Dag ku di 15'ê Cotmehê de ketin greva birçîbûnê, piştî çalakî bi dawî bûn hatin sirgûnkirin. Di 2'ê Çile de ji Bûrsayê sirgûnî Bolûyê hatin kirin. Girtiyên ku dema hatin sirgûnkirin û rastî îşkence û neheqiyê hatin bi riya malbatên xwe serpêhatiyên xwe anîn ziman.

Bavê girtî Ayhan Dag yê 4 salin girtî ye, Davut Dag diyar kir ku, kurê wî rastî 36 sal cezayê girtîgehê hatiye û niha dîsa ceza li ser ceza li wî tê birîn. Dag anî ziman ku, kurê wî bi telefonê li wî geriya û serpêhatiyên xwe parve kir. Dag destnîşan kir ku, kurê wî her tim tê sirgûnkirin û ji ber ku kurê wî ji malbatê dûr dikeve her tim mexdûr dibin. Kurê min got 'Em sirgûnî Bolûyê kirin. Em çawa ketin girtîgehê xwestin me tazî bikin. Lê ji ber ku me lêgerîna tazî qebûl nekir, li me xistin."

Dag da zanîn ku, ew li hemberî van geşedanan bi fikarin. Rayedarên Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê jî diyar kirin ku, ew nikarin der barê mijarê de daxuyaniyê bidin.