Girtiyên di zindanan de: Zext û binpêkirin zêde dibin
Zext û binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Sîlîvrî, Wan û Agiriyê yên li ser girtiyên siyasî roj bi roj zêdetir dibin. Girtiyan name şandin û raya giştî agahdar kirin.
Zext û binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Sîlîvrî, Wan û Agiriyê yên li ser girtiyên siyasî roj bi roj zêdetir dibin. Girtiyan name şandin û raya giştî agahdar kirin.
Rejîma AKP’ê li girtîgehan ‘hiqûqa dijminane’ didomîne. Girtiyên di girtîgehên Sîlîvrî, Wan û Patnosê de diyar kirin ku gelek mafên wan tên astengkirin û zext û zordarî li wan tê kirin.
SÎLÎVRÎ
Girtiyê bi navê Hasan Farsal ê li Girtîgeha Sîlîvriyê di nameya xwe ya di 17’ê Cotmeha 2017’an de diyar dike ku mafê wî yê pirtûk û weşanan tê astengkirin û gor, “Pirtûkên ku ji me re tê şandin bi hincetên ‘propagandaya rêxistinê’ û ‘ragihandina rêxistînî’ nadin me. Pirtûkên weşanên Hazîran, Boran û Tavirê tên qedexekirin. Kovara Yuruyuşê ya ku li her derê tê firotin jî nadin me.”
WAN
Girtiyê bi navê Akîl Nerguz ê di Girtîgeha Wanê de jî di nameya xwe qala van tiştan kir.
“Binpêkirinên mafan wekî qedexeya pirtûkan, dernexistina sohbetê û avêtina hucreyê didome. Nahêlin ku em vî tiştî bînin ziman. Nameyên me tên qedexekirin. Faksên ku em ji parêzeran re dişînin jî tên qedexekirin. “
PATNOS
Girtîgeha Tîpa T ya Patnosê ji roja ku vebûye bi zext û binpêkirinên mafan tê rojevê. Di vê girtîgehê de 30 jê jin, 250 girtiyên siyasî hene. Du hefte berê ji girtîgeha Tîpa D’yê ya Amedê 26 kes û ji girtîgeha Tîpa L ya Rîzeyê jî sewqa 13 kesan hate kirin.
Omer Akbey ê ku sewqa wî ji Amedê hatibû kirin, di hevdîtina bi malbata xwe de diyar kir ku di dema sewqê de lêgerîna bi tazî li ser wan hatiye ferzkirin û ji ber ku ev tişt qebûl nekirine, 2 rojan cezayê girtîgehê dane wan.
Akbey got, “Bi talîmata gerînendeyê duyemîn ê girtîgehê Z.Ç zext zêde bûne. Gerînende ji me re dibêje ‘Li vê derê dewlet jî ez im, hiqûq jî ez im.’ Gelek mafên me tên binpêkirin. Dest datînin ser rojname, radyo, pirtûk û pêdiviyên me yên rojane. Dixwazin mafê me yê telefonê yê heftane bikin du hefteyan carekê, lê ji ber ku me ev tişt qebûl nekir, niha sekinîne. Di rojên pêş de dibe ku mafê telefonê were astengkirin.”