Girtiyê siyasî Ahmed Adil piştî 30 salan hate berdan

Ahmet Adil ku ji aliyê dadgehên leşkerî yên dewleta Tirk ve di sala 1994'an de cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hate birîn piştî 30 salan hate berdan.

Ahmet Adil ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Doşemealti ya Antalyayê dihat ragirtin, piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan.

Di sala 1994’an de bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya welat” cezayê muebbedê li Adil hatibû birîn.

Adil, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe û rêveberên TUAYDER’ê ve hate pêşwazîkirin. 
Adil diyar kir ku hem keyfxweş e hem jî xemgîn e. Adil, da zanîn ku tehliyeya wî 6 mehan hatiye taloqkirin.

Adil bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest aştî bê welat.

Adil, ber bi bajarê xwe Mêrdînê bi rê ket.