Girtiyê nexweş Cemal Narhanci piştî 30 sal a dîlgirtinê hat berdan

Cemal Narhanci ku 30 salan di girtîgehên dewleta Tirk de dîl hat girtin, serbest hate berdan û vegeriya bajarê xwe Qersê.

Girtiyê nexweş û siyasî Cemal Narhanci, piştî ku cezayê lê hate birîn xelas kir, piştî 30 salan hate berdan. Narhanci yê ji Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê ku lê dihate ragirtin hate berdan, di sala 1994’an de li gundê Qaraqalê yê girêdayê navçeya Zarûşad a Qersê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Narhanci, 40 rojan bi awayekî giran hate êşkencekirin. Dûre Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Erziromê bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” cezayê muebedê li Narhanci birî. Narhanci yê cezayê girtîgehê yê muebedê lê hate birîn di nava 30 salan de bi nexweşiyên xwînê, rûviyan, tansiyona bilind û mîdeyî ket. 

Narhanci, yê ku piştî hate berdan hate cem malbata xwe, wiha got: “Hatina cem malbatê ya piştî 30 salan hesteke xweş e, lê dema ez di girtîgehê de min hem dayika xwe hem jî bavê xwe windakirin. Piştî ku ji girtîgehê derketim min li ser sînorê Qersê wesayît sekinand û peya bûm. 30 salan min hesreta axa Qersê kişand. Ji ber vê yekê min ewilî 3 caran ax maçî kir. Ev hest bi peyvan nayê vegotin.”