Girtiyê giran nexweş Sebrî Kaya rakirin nexweşxaneyê
Girtiyê giran nexweş ê li Girtîgeha Osmaniyeyê tê ragirtin, li ser giranbûna rewşa wî ya tenduristî, rakirin nexweşxaneyê.
Girtiyê giran nexweş ê li Girtîgeha Osmaniyeyê tê ragirtin, li ser giranbûna rewşa wî ya tenduristî, rakirin nexweşxaneyê.
Girtiyê nexweşiya wî giran Sabrî Kaya yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê girtiye, di 45 rojan de 15 caran rakirin nexweşxaneyê. 45 roj in Sabrî Kaya di navbera girtîgeh û nexweşxanê de tînin û dibin.
Kaya yê di 25’ê adarê de krîza dil derbas kir û dûre xwîn çû ser mejiyê wî, 3 caran kirin beşa venêrtina zêde.
Kaya di nava 45 rojan de 15 caran rakirin nexweşwxaneyê. Sabri Kaya, îro dîsa rakirin Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê û xistin bin tedawiyê.
Parêzerê Kaya û Endamê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Îlhan Ongor, anî ziman ku wan ji bo tedbîrê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daye û bi Dozgeriya Komarê ya Osmaniye, Nexweşxaneya Dewletê û îdareya Girtîgeha Osmaniyeyê re hevdîtin kiriye û wiha got: "Di encama hevdîtinan de muwekilê min sewqî Nexweşxaneya Bajar a Adanayê kirin. Em ê şopdarê vê pêvajoyê bin."