'Girtina sînorê Tirkiyeyê destekkirina qirkirinê ye'

'Girtina sînorê Tirkiyeyê destekkirina qirkirinê ye'

Siyasetmedar û rewşenbîrên Swêdî, Tirkiyeyî û Kurdistanî yên di xwepêşandana duh a li paytexta Swêd Stockholmê li dijî çeteyên DAIŞ'ê hat lidarxistin de anîn ziman ku gelê Kurd ê li Kobanê bi gefa qirkirinê re rû bi rû ne, bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî kirin ku dest li rewşê werdin û ji dewleta Tirk jî xwestin ku dawî li destekkirina DAIŞ'ê berde û sînorên xwe li Kurdan veke.

Xwepêşandana ku li se banga komek ji rewşenbîrên Kurd pêk hat, ji aliyê rojnamevan-nivîskar Kurdo Baksî ve hat pêşkêşkirin. Axaftvana destpêkê ya xwepêşandanê Wezîra Demokrasî û Yekîtiya Ewroapyê Birgitta Olhsson bû. Olhsson diyar kir ku gelê Kurd bi qirkirinê re rû bi rû ye û rexneyên tund li hikûmeta AKP'ê kir.

Olhsson got, "Em ji Tirkiyeyê dixwazin ku sînorên xwe li mirovên direvin, veke. Divê Tirkiye di têkoşîna li dijî rêxistina terorê DAIŞ'ê de cih bigire û bi her awayî alîkariyê bide mirovên ji DAIŞ'ê direvin. Di rewşeke bi vî rengî de girtina sînor, tê wateya destekkirina qirkirinê." Olhsson da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê ancax bi bikaranîna tundiyê dikarin bên sekinan û destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê alîkariya çekan a ji bo Başûrê Kurdistanê tê kirin, dewam bike.
Olhsson axaftina xwe bi dirûşma "Bijî Kurdistan" bi dawî kir.

JI BO RAWESTANDINA KOMKUJIYÊN DAIŞ'Ê BIKEVIN NAVA TEVGERÊ

Parlamentera Partiya Karker a Sosyal Demokrat û Seroka Partiyê ya Stockholmê Veronica Palm jî bi gotina "Em li vir civiyane lê niha çeteyên DAIŞ'ê mirovan serjê dikin. DAIŞ çalakiyên xwe yên terorê dewam dike, tirs û xofê dixe nava mirovan" dest bi axaftina xwe kir û ji bo rawestandina komkujiyên DAIŞ'ê bang li cîhana derve kir ku bikeve nava tevgerê.

Palm ji Neteweyên Yekbûyî xwest ku ji bo destwerdana li DAIŞ'e biryareke şênber werbigire û got, "Ev berpirsyarî ya tevahiya cîhanê, Neteweyên Yekbûyî, Tirkiye, Yekîtiya Ewropa, Swêd û ya me her kesên niha li vê meydanê civiyan e."

Parlamenterê Partiya Keskan a Hawirdorparêziyê Matts Peroft da xuyakirin ku rewşa cîhanê ya nikare terora DAIŞ'ê bisekinîne, cihê şermê ye û destnîşan kir ku ji bo rawestandina DAIŞ'ê berpirsyariyên mezin dikevin ser milê Hikûmeta Swêdê.

Pertoft ragihand ku Kurdistaniyên ji Sûriye û Iraqê hatine pêkhateyên Swêdê ne û anî ziman ku ev yek berpirsyariyekê dide hikûmet û civaka Swêdê û got, "Dema li wir qirkirineke etnîkî û olî tê kirin, em li vir nikarin lê temaşe bikin. Divê Swêd bikeve nava tevgerê, beriya her tiştî jî Neteweyên Yekbûyî bikeve nava tevgerê."

DAIŞ DIXWAZE SÎSTEMA DEMOKRATÎK A LI KOBANÊ TÊK BIBE

Berpirsyara Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Demokratîk a li Swêdê Eda Duzgun da xuyakirin ku ji ber Kobanê kantoneke lê sîstemeke demokratîk a ji hemû gel û baweriyan e, rastî êrîşên DAIŞ'ê tê û destnîşan kir ku armanca çeteyên DAIŞ'ê tinekirina sîstema demokratîk a gelan e. Duzgun ragihand ku li hemberî vê yekê YPG û YPJ berxwedaneke lehengî li hemberî êrîşên DAIŞ'ê nîşan didin.

Duzgun anî ziman ku Kobanê nîşaneya aştî, azadî û mafên mirovan e û ji Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û Hikûmeta Swêdê xwest ku dawî li bêdengiya xwe bînin û li hemberî hovîtiya li Kurdan tê kirin Kobanê biparêzin.

DAIŞ XWE AMADE DIKE LI KOBANÊ QIRKIRINÊ BIKE

SeroKê rêxistina mafên mirovan a li dijî qirkirinê ya Rojavayî Kurdocide Watch CHAK Azad Heydarî jî diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê piştî Êzidiyên li Şengalê Kurdên li Rojava hedef girtine û destnîşan kir ku çete dibêjin ew dixwazin li Kobanê nimêjê bikin û ev yek jî tê wateya qirkirinê.

Di xwepêşandanê de hunermend Sîdar Yîgît jî derket ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kir.

Xwepêşandan rastî eleqeyeke mezin a çapemeniya Swêdê jî hat.