Girtîgeha Tîpa L a Kalkandare bûye navenda êşkenceyê

Serhhat Karsû yê li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê di huceya yek kesî de tê ragirtin, hatiye êşkencekirin û dest danîne ser kelûpelên wî.

Li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rizeyê, esker û gardiyenan di rojên derbas bûyî de, avêtin ser hucreya yek kesî ya ku girtî Serhat Karsû têde bû. Karsû, di hevdîtina telefonê ya 2'yê Kanûnê ya bi malbata xwe re kir, tiştên jiyan vegotin.

DEST DANÎN SER KELÛPELÊN WÎ

Karsû, derbarê serdegirtina hucreya xwe, ev agahî bi malbatê re parve kirin: "Bi awayekê keyfî avêtin ser hucreya min. Dest danîn ser pirtûk, kovar, defter, mase, televîzyon û radyoya min. Li hemberî vê ne heqiyê min bi wan re nîqaş kir. Gardiyenan li ser vê yekê li min da û heqaret li min kirin. Binê pêlava min jêkirin û wisan dan min. Ji ber ku dest danîn ser maseya min, ez niha li erdê xwarinê dixwim."

Me di derbarê mijarê de li girtîgehê geriya, lê ji ber ku bersiva telefona me nedan, me nekarî em agahiyên berfireh bigirin.