Girtî ji Wanê sirgûnî Rîzeyê hatin kirin

11 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa M ya Wanê dihatin ragirtin, bêyî malbatan pê bihesin sirgûnî Girtîgeha Tîpa L ya Rîze Kalkandere hatin kirin.

11 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa M ya Wanê dihatin ragirtin, bêyî malbatan pê bihesin sirgûnî Girtîgeha Tîpa L ya Rîze Kalkandere hatin kirin.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa M ya Wanê dihatin ragirtin: Lokman Aslan, Îzzetîn Eren, Îbrahîm Şen, Îbrahîm Engîn, Mûstafa Akbal, Erdem Atki, Erdal Temel, Serhat Karasû, Ozgur Eksîk, Yûsûf Yaşar û Zekî Karayazi, roja Şemiyê sirgûnî Girtîgeha Tîpa L ya Rîze Kalkandere hatin girtin. Hat ragihandin ku di dema sirgûnkirinê de destên girtiyên siyasî hatin kelepçekirin û bi vî awayekî kelepçekirî di rîngê de birin Rîzeyê.

Sedema sirgûnkirinê jî, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve ne ji malbatan ne jî ji girtiyan hat ragihandin.