Girtî: Hûn bûn dengên berxwedana me

Dayikên laçik spî yên li Enqerê di çalakiyê de ne, zarokên wan ên di grevên birçîbûnê de ne li wan geriyan. Girtî Cengîz Dogan ê bang li dayikan kir got: “Hevdîtina li Îmraliyê bi saya berxwedana we dayikan pêk hatiye.”

Dayikên Laçik Spî ji bo bibin bibin dengê zarokên xwe û daxwaza zarokên wan pêk bê 12 roj in li Enqereyê di çalakiya nobedê de ne. Dayikên ku 5 rojan li meclîsê çalaki lidar xistin û hefteyek e li Navenda Giştî ya HDP'ê Nobetê digirin, hevdîtinên xwe yên saziyên demokratîk berdewam dikin. Dema dayik li Navenda Giştî ya HDP'ê bûn zarokên wan ên girtî bi telefonê li wan geriyan. Dayikan ji ber telefonê ku ji wan re bê rojekê navber dan ziyaretên saziyan. Dayikan bi rêya telefonê bi zarokên xwe re sohbet kirin. Cengîz Dogan ê li Girtîgeha Şakranê ya Alî Aga ya Îzmirê girtî ye û ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye li dayika xwe Şukriye Dogan geriya. Şukriye Dogan dengê kurê xwe Cengîz Dogan da aperlora telefonê û hemû dayikan bi hevre guhdar kirin.

Dogan, çalakiya dayikan silav kir û wiha got: "Em li benda daxuyaniya parêzrên çûn Îmraliyê ne. Çalakiya me didome. “Em hemû baş in. Moralê me jî baş e. Em jî we û rewşa derve meraq dikin. Em rastiyê bibêjin Dayik bûn dengê çalakiya me. Berxwedana me dayikan bi rê ve bir û mezin kir. Çalakiya me didome. Hevdîtin bi saya berxwedanê pêş ket. Dema em tilîlî û dengê we dibihîzin coş û moralê mebaştir dibe. Hevî û baweriya me bêtir xurt dibe. Hevdîtinên li Îmraliye pêş ket bi xêra berxwedana we pêş ket. Em awer dikin ev berxwedana we wê vê hevditinê domdar bike. Me di serî de jî got çi bedel pêwîst be em amade ne vî bedeli bidin. Mîlitanên vê serdemê hûn dayik in. Sekna we her tişt diyar kir. Me di serî de got ji bo me ya esas Rêberê me ye. Divê berî her tiştî tecrîdkirina Rêberê me bi dawî bibe. Silavên hemû hevalên me li we hene. Dixazin hûn wan meraq nekin."

Dayik Nafiye Yîgît ji Dogan silav kir û wiha got: "Me soz daye zaroken xwe. Encam çi dibe bila bibe, Em ê heta dawî bi zarokên xwe re bin." Dogan got "Bijî berxwedana dayikan” dayikan jî got: “Bijî berxwedana zindanan”.

Hevdîtin bi strana “Gevere gevere” bi dawî bû.