Girtiyên ji doza PKK'ê girtî yên li Girtîgeha Tîpa F ya Hêjmar 2 a Tekirdagê diyar kirin ku, rastî pekanînên lêgerîna tazî, meşa leşkerî, îşkenceya giran tên. Girtiyan da zanîn ku, pêkanînên li hemberî wan ji pêkanînên zindana Amedê girantirin. Girtiyan destnîşan kir ku, wan bi bedelên giran û dayîna sedan şehîdan mafê xwe bi dest xistine û ji bo li van mafê xwe xwedî derkevin dê heman helwestê nîşan bidin.
Li Girtîgeha Tîpa F ya Hêjmar 2 a Tekirdagê her ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin. Girtiyên siyasî ku rastî pêkanînên giran ku rûmeta wan dişkînin tên, bertek û helwesta xwe ya li hemberî hikûmet û rayedarên girtîgehê anîn ziman. Girtiyên ji doza PKK'ê girtî nameyek şandin û di nameyê de diyar kirin ku, pêkaninên ku li niha li Girtîgehê rû didin ji pêkanînên zindana Amedê ya salên 1980'an ne kêmtire.
Girtiyan aşkera kir ku, rayedarên girtîgehê bi pêkanînên keyfî rê li pêşiya mirin û kuştinan vedike û dixwaze tevliheviyê bikin. Girtiyan di nameya xwe de wiha got: "Pêkanîn û rûdanên ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê meşandin êdî girtî pir bêzar kirine û zîwer dike. Di her demê de dibe rewşê xirab pêk bên. 10 hevalên me di heman demê de rastî êrîşa fîzîkî û neheqiyên giran hatin. Îşkence zêde bûye. Êrîş zêde bûne. Di meha dawî de girtiyên bi navê Ahmet Salgin, Mîrza Aydin, Abdulvahap Yildirim, Hamdullah Aydogan, Hamît Akgun, Mehmet Emîn Tutak, sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Hêjmar 1 a Tekîrdagê hatin kirin. Lokman Gonul, Abdulkerim Avşar, Nacî Kutlak, Cafer Yilmaz, Riza Kazici, Omer Yildirim û Recep Karadag ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekirin rastî lêdanê hatin. Girtiyên rastî lêdanê hatin û hatin derbkirin dema çûn dixtor, dixtor ew muayine nekirin. Dixtor îdîa kir ku, wan bi xwe li xwe wisa kiriye.
'8 DEMJIMÊRAN DI NAVA AVÊ DE HIŞTIN’
Girtiyan da zanîn ku, hevalên wan Mîrza Aydin û Ahmet Salgin rastî lêdanê hat wiha gotin: "Dema hevalê me Ahmet Salgin rastî êrîşê hat, hêj nû ji greva birçîbûnê ya 45 rojan derketibû. Ji ber ketibû grevê rastî êrîşê hatin. Bi dehan gardiyanan êrîşî hevalên me kirin. Hevalên me avêtin yek hucreyê û 7-8 demjimêran di nava avê de hiştin. Helwesta rayedarên girtîgehê bi dijminatî ye. Dîsa hevalê me Îlhamî Ozeger li gel ku di piyê wî de platin heye jî çi caran ku dikeve hundir û derdikeve rastî lêgerîna tazî tê. Ev pêkanînên keyfî nêzî 2 mehin berdewam dike.
'MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ ASTENGKIRIN'
Girtiyan di nameyê de destnîşan kir ku, mafê wan yê revîrê û dixtorê diranan tên astengkirin û tenê hefteyê bi 2 rojan hatiye sînorkirin. Girtiyan da zanîn ku, ev mafê wan tê binpêkirin û bi vê pêkanînê li hemberî wan şerekî derûnî û dijminatî didin meşandin. Girtiyan daxuyand ku, mafê wan yê revîrê tê astengkirin û dema derdikevin revîrê rastî neheqiyên giran tên.
'NAMEYÊN ME TÊN DESTESERKIRIN'
Girtiyan aşkera kir ku, name, nivîs û lênûskê wan bi awayekî keyfî tê desteserkirin û li gel hemû hewldan û serlêdanan, name û lênûskê wan dîsa nadin wan. Girtiyan diyar kirin ku, mafê wan yê civakî û sohbetê jî tê astenkirin.
'ROJNAMEYA GUNDEM Û WELAT NADIN ME'
Giriyan da zanîn ku, ji ber mafê xwe yê rewa dixwazin rasti binpêkrina mafan tên û wiha berdewam kirin: "Her hefte rojnameya Ozgur Gundem û Azadiya Welat dawiya hefteyê nadin me. Li gorî keyfa xwe nêzîk dibin.
Lazime ku hefteyê 2 rojan ava germ bidin hefteyê rojeke didin. Xwarina ku didin nayê xwarin. Her tim dixwazin aloziyan û tevliheviyan derxin."