BI DÎMEN

Girêva birçîbûnê ya Strasboûrgê kete roja 9’an

Girêva birçîbûnê ya ku ji hêla Meclîsa Dîasporayê Şengalê ve bi mebesta ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were û statûya Şengalê were nasîn, li Strasboûrgê dabûn destpêkirin, kete roja 9’an.

Hevserokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Fîkret Îgrek û rêveberên Êzîdî yên bi navê Peşîman Ekrem Deniz, Bozo Bacinî û Bedirxan Kahraman tevlî girêvê bûn, ji Federasyona Êzîdîyan jî komek bi mebesta destekdayinê tevlî grêva birçîbûnê bû.

Kurdistaniyên ku çalakger ziyaret kirin ji ber sedema ewlekariya Ocalan, ji Konseya Ewropayê û CPT’yê xwestin ku bikevin tevgerê û her wiha ji bo nasîna statûya Şengalê, dest bi girêva birçîbûnê kiribûn. Bi taybetî jî ji derdora Freîbûrg a Elman û Strasboûrgê gelek kes hatiye seriyekî bidin çalakgeran.

DOSYA DANE WELATÊ KA Û CPT’YÊ

Rêveberiya Dêra La Três-Saînte-Trînîtê ya li Esplanadeyê îro seriyek da çalakgeran. Rêveberiyê rewşa girêvê û tendiristiya çalakgeran pirsîn.

Dîsa berêvarî danezanên têkildarî grêvê û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin belavkirin.

Endamê Komîteya Amadekar Sezanî Uçar diyar kir, çalakgerên ku ji bo 30 welatên Konseya Ewropa şandibûn, îro jî dosya radestî welatên din ên mayin kirin.

DI NAVBERA 3- 5 KÎLOYAN DE KÊMBÛNEK ÇÊBÛYE

Endamê Heyva Sor a Kurdistanê Dr. Fahrettîn Guleşn bi bîr xist, her ku diçe rewşa tendirustiya çalakgeran ber bi nebaşiyê ve diçe. Gulşen diyar kir, çalakger tenê bi av, xwê û ava şîrîn xwe têr dikin û got, di çalakgeran de yên ku bi awayekî bê dem û bê dor veger tevlê girêvê bûne, di navber 3-5 kîloyan de kêmbûn çêbûne.

Dr. Gulşen diyar kir, ji ber sedema germbûna zêde, bandoreke neyênî li çalakgeran dibe, lê kêmbûna avê hê nerehetiyeke giran bi xwe re neaniye. Guleş diyar kir, bêhaliya ji ber birçîbûnê, serêşî û zikêşî ji niha de peyda bûne û di rojên pêş de dibe ku komplîkasyonên girantir jî rû bidin.

Grêva birçîbûnê 23’yê Tebaxê li ber bînahiya Konseya Ewropa û CPT’yê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kiribû. Çalakger piştre derbasî Dêra Katalîk La Três-Saînte-Trînîtê bûn, ku li wir cihek ji bo wan hatibû veqetandin.

...