Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Gezî û hevpariya çarenûsê -Cemîl Bayik

"Mirov dikare li dijî tifaqa faşîst a AKP´ê bereyeke fireh a heq, edalet, wekhevî, wijdan û demokrasiyê damezirîne. Jixwe bi vî rengî mirov dikare bibe bersiv ji bo bibîranîn û hesreta tevahiya şehîdên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û berxwedêrên Geziyê."

Em di demekê de ne ku zexta li ser civak û rewşenbîran di dîroka Tirkiyeyê de di asta herî bilind de ye. Nîzamek rûnandine ku her kesê dengê xwe ji zextên faşîst re derxe, weke xayîn were ragihandin û bêdengkirin. Xwedê dizane di dema 12´ê Îlonê de jî dadgerî ewqasî neketibû ber zora emr û fermanê. Hakimên serdema rêveberiya awarte jî li gorî qanûnên li ber xwe tevgeriyane. Îro li Tirkiyeyê bi xwe desthilatdariyeke faşîst heye ku dibêje, destûra bingehîn û qanûnan ji xwe re weke astengî nebînin. Xwedê dizane serokên dadgehên bilind ên weke şûreya dewletê, dadgeha bilind a temyîzê û dîwana muhasebatê bi rengekî ewqasî eşkere li cem Kenan Evren cih negirtibûn. Niha zîhniyetek Tirkiyeyê bi rê ve dibe ku serokkomariya Tirkiyeyê û amirtiya herkesî weke hev dibîne. Jixwe Tayyip Erdogan dema got, ew ê fêrî her tiştî bibin, nîşan daye ka rejîma li Tirkiyeyê çi ye.

Ji niha û pê ve jî tişta ku her kesî aciz bike wê li Tirkiyeyê normal be. Maneya vê eşkere ev e; em ê Tirkiyeyê bi zext, faşîzmê bi rê ve bibin û ti kes jî nikare têkel karê me bibe. Têgihiştina Tayyip Erdogan a desthilatdariyê ev e. Bi gotara xwe ji dinyaya derveyî xwe re dibêje 'Dinya min cihê ye, dinya we cihê ye'.  Bi rastî jî li Tirkiyeyê kesayetek heye ku kodên wê ji yên dinyayê hemûyî cudatir in. Ev jî bi temamî kodên faşîst in. Ev kodên faşîst di nava dînperestiyê de dakirine û kesayetek û rêveberiyeke bi tehlûketir derxistiye holê.

Rêber Apo demeke dirêj bi salan rave kir ka dewleta Tirk dewleteke çawa ya şerê taybet e. Wî gotibû, mirov nikare li dewleta Tirk serwext bibe bi girtina li ber dewleteke din. Ji ber vê yekê, çawa dû ji êgir bilindtir dibe, faşîzma AKP´ê jî ji karakterê dewleta şerê taybet ê di dîroka komarê de li gorî tinekirina Kurdan dirûv girtibû, bihurî, li wê zêde kir. Jixwe karekterê dewleta şerê taybet a berê bi temamî hewand nava xwe û ser wê bi dînperestiyê boyax kir û şapînoz kir. Faşîzma AKP´ê îro roj li Kurdistanê çi spî, çi reş nûneriya faşîzmê hemûyî dike.

Ev faşîzm dijminê tevahiya gelan, tevahiya baweriyan, kedkaran, jinan û ciwanan e. Ji bilî wan kesên alîgirê wê ne û jê re li çepikan didin, ew dijminê her kesî ye. Yekane rastî heye, ew jî ji devê şefê faşîst derdikeve. Yên li derveyî vê ne, ew xayîn in, cudaker in û divê werin tepisandin.

Li dijî desthilatdariyeke bi vî rengî divê mirov ruhê Geziyê û ruhê piştgiriya bi Kobanê re bike yek û têkoşîneke hevpar bimeşîne. Li Tirkiyeyê ti dewreke din peyde nebûye ku ewqasî ferz dike ku tevahiya gelan, kedkaran, jinan û ciwanan werin cem hev. 12´ê Îlonê bi xwe jî siyaseteke wisa bi rê ve nebiriye ku her kesî bike dijberê xwe û di vê astê de hevparbûnê pêk bîne. Tayyip Erdogan û Gladyoya Qesrê ji bo ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd bitepisîne tifaqeke faşîst pêk aniye. Ji bo ku Kurd werin tepisandin her derfeta demokratîk ji holê radike û li ser her kesî ferz dikin ku bibin dijminê Kurdan. Ya rastî Tirkiye bûye du beş di navbera wan kesan ku dijminê Kurdan in û wan kesan de ku ne dijminên Kurdan in.

Wateya dijminatiya Kurd timî dijminatiya demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê çarenûsa gelê Kurd û ya hêzên demokrasiyê weke hev e. Yên ku ev hevpariya çarenûsê bi serê wan nakeve, ew kesin ku ji rastiya Tirkiyeyê fêm nakin. Sedema wê yekê ku bi awayekî dîn û har êrîş birin ser Berxwedana Geziyê jî ew e ku armanca wê demokrasî bû.

Dema demokrasî were Tirkiyeyê ev ê herî zêde li xêra Kurdan û Alewiyan be. Bi vî awayî stratejiya yektîp-kirinê ya xwe dispêre senteza Tirk-Îslamê jî wê bihedime. 

Li Tirkiyeyê hevpariyeke çarenûsê heye di navbera Kurdan û hêzên demokrasiyê de. Jixwe Kurd û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji pêkhateyên herî sereke hêzên demokrasiyê ne. Ne gelê Kurd û ne jî hêzên demokrasiyê nikarin bi tena serê xwe têkoşîna xwe bi ser bixin. Ferz e ku ev her du têkoşîn werin hevparkirin. Cografyayê û dîrokê çarenûsa van her du beşan bi hev ve hişk girêdaye.

Heta ku Kurd azad nebin, pergala zext û zorê neçar e ku sazûmankirî be. Ev jî nahêle ku hêzên demokrasiyê karibin bêhna xwe bidin. Heta ku pirsgirêka Kurd heye, şovenîzm li Tirkiyeyê tê harkirin. Ev jî zemînê herî baş e ji bo ku hêzên demokrasiyê werin tepisandin. Ber çavê neteweperestiyê û mezhepperestiyê reş û tarî ye. Desthilatdarên Tirk van her du korîtiyan bi kar tînin û zextê li hêzên demokrasiyê dikin.

Dewleta Tirk, ji bo ku gelê Kurd azad nebe, ji xwe re kiriye siyaseta esasî ku nehêle ku gelê Kurd û têkoşîna demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê bibe yek. Ji bo vê yekê jî her rêbaza şerê taybet û şerê psîkolojîk bi kar tîne. Lewma, dema ku têkoşîna Kurdan bi hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê re û pê re jî bi gelan re nebe yek, hingê Tirkiye bereya xwe ya rojava zexm dike û bi awayekî dîn û har êrîşê dibe ser Kurdan. Pişta xwe dide vê rehetiya xwe ya li bereya Tirkiyeyê û şerê qirêj li gorî dilê xwe bi rê ve dibe. Li ser vê bingehê asteng dike ku çareseriya têkoşîna azadiyê di çarçoveya demokratîkkirina Tirkiyeyê de pêk were. Di warê çareserkirina pirsgirêka Kurd de pirr girîng e ku têkoşîneke hevpar bi hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê re derkeve holê.

Rijdbûna şerê li dijî Tevgera Azadiya Kurd dike ku êrîşên li dijî hêzên demokrasiyê jî zêde bibin. Jixwe bivênevê wê wisa bibe. Di van rojên salvegera Berxwedana Geziyê de bi wê ferasetê ku çarenûsa têkoşîna gelên Tirkiyeyê ya azadî û demokrasiyê û têkoşîna gelê Kurd a azadî û demokrasiyê hevpar e, divê bereyeke herî fireh a demokrasiyê were avakirin. Zemîn îro ji bo vê yekê ewqasî heye ku berê di dîroka Tirkiyeyê de hîç di vê astê de derneketibû holê.

Bêguman CHP di vê pêvajoyê de bi siyasetên xwe kete rewşa piştgir di warê zexmkirina desthilatdariya faşîzma AKP'ê de. Ji ber ku xeteke wê ya hevgirtî ya demokratîk nebû, AKP vê rewşê bi kar tîne. Divê hêzên demokrasiyê bibînin ku avakirina bereyeke fireh a demokrasiyê dikare CHP'ê ji vê rewşa wê xilas bike. Bi blokeke demokrasiyê mumkin e ku mirov derdorên demokratîk ên di nava CHP´ê de û xelkê destekê dide wê bikişîne nav refên bereya demokrasiyê. AKP ji wan gotar û bernameyên dema damezrandina xwe jî bi temamî dûr ketiye. Mumkin e mirov derdorên Misilman ên heq, bi edalet, wekhevîxwaz û xwedî wijdan jî bikişîne nava vê tifaqa demokrasiyê. Mirov dikare li dijî tifaqa faşîst a AKP´ê bereyeke fireh a heq, edalet, wekhevî, wijdan û demokrasiyê damezirîne. Jixwe bi tenê bi vî rengî mirov dikare bibe bersiv ji bo bibîranîn û hesreta tevahiya şehîdên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û berxwedêrên Geziyê.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA / AZADIYA WELAT