Gerîlayên li Şengalê jiyana xwe ji dest dan spartin axê

Gerîlayên li Şengalê jiyana xwe ji dest dan spartin axê

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li herêma Şengalê di encamaşerêli dijîçeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, li gorî baweriya Êzidiyan spartin axê.

Gerîlayên HPG û YJA-Starê yên ku roja 28’ê Îlonê li navçeya Şengalê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan Jiyanda Xelat (Leyla Bişkin), Agir Tato (SadîOzek) û Dara Tolhildan (Bozan Şêxo) li gundê Kesreyê li gorî baweriya Êzidiyan spartin axê.

Li deverên Sinune û Dugure yên herêma Şengalê, şerên di navbera gerîlayên HPG, YJA Star û çeteyên DAIŞ’ê de sê rojan berdewam kirin. Di encama pevçûnên dijwar ên çar rojan de zêdetirê 100 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin . Di van pevçûna de sê gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

Gel cenazeyên gerîlayan ji cihê pevçûnan wergirtin û bi karwanekî anîn gundê Kerseyê. Tevî gundiyên Kesreyê, nêzî 300 kesên li çiyayê Şengalê kon vedane jî tevlî merasimê bûn. Di merasimê de her yek ji rêveberên Tevgera Azadiya Êzidiyên Demokratîk (TEV-DA) Seîd Hesen Seîd û Netewî Xemgîn axaftinek kirin.

Seîd Hesen Seîd, sersaxî ji malbatên gerîlayên li Şengalê jiyana xwe ji dest dan eû gelê Kurd re xwest û bal kişand ku “Şehîdên li vê derê radizên, canê xwe ji bo gelê Kurd û Êzidî feda kirine.  Seîd got: “Ji bilî rêyên azadî û şehadetê tu rêyeke din tune ye. Divê em ji bîr nekin ku ger îro em gelê Êzidî li van çiyayan bi jiyana Êzidiyatiyê dijîn, em bi xêra  van şehîdan dijîn.”   

Seîd êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê û koçberiya Êzidiyan bi bîr xist û got; “Li vir tenê tiştek maye di destê me Êzidiyan de, ew jî baweriya me ya Êzidiyatiyê ye. Van gerîlayan ji bo parastina bawerî û axa me ya pîrozcanêxwefedakirin.”               

Neteweyî  Xemgîn jî got: “Bi şehadeta van hevalan axa Şengalê ya pîroz hatiye paqijkirin”û destnîşan kir ku DAIŞ û hêzên weke wê dixwazin axa Kurdistanê qirêj bikin û got: “Lê heta ku şehîdên me hebin dê ev axa me ya pîroz her tim paqij bimîne.”

Xemgîn bi bîr xist ku yek ji şehîdên li vir, gerîlayeke jin e û destnîşan kir ku li Şengalê digotin “Jin nikare tiştek bike û nikare şer bike” û wiha domand: “Lê hûn niha dibînin, gerîleyek jin li vir şehîd ketiye. Divê hemû jin û zilamên Şengalê heval Jiyanda ji xwe re weke mînak bibîne.”

Piştî axaftinên di merasimê de hate kirin, gerîlayên HPG û YJA-Starê yên ku roja 28’ê Îlonê li navçeya Şengalê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan Jiyanda Xelat (Leyla Bişkin), Agir Tato (Sadî Ozek) û Dara Tolhildan (BozanŞêxo) spartin axê.