Gerîlayê PKK'ê Ozgur Şahîn li Berlînê hat bibîranîn
Gerîlayê PKK'ê Ozgur Şahîn li Berlînê hat bibîranîn
Gerîlayê PKK'ê Ozgur Şahîn li Berlînê hat bibîranîn
Ji bo gerîlayê PKK'ê Ozgur Şahîn (Reşo) ê di sala 1999'an de dema derbasî Başûrê Kurdistanê dibû jiyana xwe ji dest da, li paytexta Elmanya Berlînê civîneke bîranînê hate lidarxistin.
Di civîna ji aliyê Komîsyona Şehîdan a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Berlînê ve hat organîzekirin de, dayika Ozgur Şahîn Ayşe Şahîn, bavê wî Haydar Şahîn û xwişk û birayên wî amade bûn. Civîna ku li 36. salvegera damezrandina PKK'ê rast hat, li Komeleya Kurd a li Berlînê pêk hat.
Di civîna bîranînê de, "Goşeya Şehîdan" a ji wêneyên Reşo û cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ku bi kulîlkan hatibûn xemilandin, hat vekirin. Di civîna bi beşdariya 200 kesî de Xwişka Ozgur Şahîn Aynûr Şahîn peyivî û got, "Ozgur Şahîn, têkoşîneke jê bawer dikir û xwe pê digihand nasnameya xwe, meşand. Şehîd şehîdê me hemûyan e. Ji ber ku em hurmetê nîşanî têkoşîna wî didin, em li vir in."
Însiyatîfa Gel a Kurecîk a Ewropa jî peyamek ji bîranînê re şand. Di axaftinên li civînê de dema tevlîbûna Ozgur Şahîn li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd hat vegotin. Piştî ku nameya Komîteya Şehîdan a PKK'ê ya ji malbata Şahîn re nivîsandibû hat xwendin, Serokê Komîteya Şehîdan a Ewropayê Salih Cizîrî peyivî.
Cizîrî da zanîn ku Tevgera Azadiyê ya Kurd tevgereke şehîdan e û got, "Gelê Kurd ê ku ji bo careke din ranebe ser piyan bi nava betonê de hat veşartin, îro bi berxwedana Şengal û Kobanê re li cîhanê deng vedide. Eger bi şoreşa Rojava re îro gelê Kurd li Rojhilata Navîn bûye hêza diyarker, ev yek bi saya têkoşîna Şehîd Reşo û rêhevalên wî ye."
Di merasîma bîranînê de hunermend Zohre Kûrtalan jî hunera xwe pêşkêş kir.