Gerîlayê HPG’ê Welat Serhat li Drancy’ê hat bi bîranîn

Gerîlayê HPG’ê Welat Serhat li Drancy’ê hat bi bîranîn

Gerîlayê HPG’ê Vedat Aydin nefs (Welat Serhat) ku di Çileya 2012’an de li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû li navenda Drancy a Parîsê hate bi bîranîn. Li Komeleya Çand û Hûner a Engîn Sincar a li navenda Drancy ku bi sedan kurdistanî tevlî bîranînê bûn bi deqeyek rêzgirtinê bîranînê destpê kir.

Diren Şiyar ku di bîranînê de axivî rastiya ‘şehîdan di PKK’ê de nirxand. Şiyar wiha got: “Şertê yekane yê xwedî derketina li pêvajo û şehîdan hîn zêde rêxistinbûn û asta çalekiyê derxistina holê ye.”

Şiyar diyar kir ku çalekiyên ku di pêvajoya pêşmede ji bo kujerên komkujiya Parîsê derxin holê pêwiste hîn zêdetir xwedî lê derkevin û wiha got: “Heya ku encamek em digirîn pêwiste em şiyar bîn.”

Şiyar hemû Kurdistanî vexwendine çalekiyên ku di meha Kanûnê de li darxin kir.

Di bîranînê de mamê Welat Serhat jî axaftinek kir. Mamê Serhat sipasiya yên ku tevlî merasîma bîranînê bûyîn kir û got ku: “Şehîd Vedat şehîdê Kurdistanê ye.”

Sînevizyona ku ji wêne û xwendina helbestên ji dengê Welat Serhat hatibû amade kirin hat nîşan dan û ji komisyona Malbatên Şehîdan Baz Qewm jî axaftinek kir. bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.