Gerîlayê HPG’ê Enguder ji aliyê hezaran kesî ve hat definkirin

Gerîlayê HPG’ê Enguder ji aliyê hezaran kesî ve hat definkirin

Cenazeyê gerîlayên HPG’ê Aydin Enguder (Firat Kanîroj) ku di sala 2008’an de li çolteya Geverê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da, li Geverê ji aliyê hezaran kesî ve hate definkirin.

Cenazeyên Enguder piştî ji aliyê gerîlayan ve teslîmê malbata wî hate kirin, şandin Saziya Tipa Edlî û cenaze îro anîn navçeya Geverê.

Cenaze li ber Otela Oslo ji wesayîta cenazê hate hildaan û pirsin mizgefta taxa Kişla. Wecîbeyên olî hatin cih û piştre cenaze berbi goristanê ve derxsitin rê. Parlamenterê BDP’ê yê Colemêrgê Adil Kurt, hevserokên BDP’a Colemêrgê Esmer Tekîn û Rahmî Kurti nûnerên BDP’ê yên navend û navçeyan, şaredarên Colemêrg, Gever, Esendere, Şemzînanê, nûnerên BDP’a Esendere, bajaroja Buyukçîftlîk, Gever, Colemêrg û Meyadarê û bi hezaran kes tevli bûn.

Ciwanan li avahiyên hemberî mizgefta Navendê ya Berê alên PKK û KCK’ê daliqandin û posterên Ocalan û gerîlayên jiyana xwe ji,  dest dane daliqand. Dayika Aydin Erguder pankarta ku  wêneyê kurê wê li ser bû hilda û gelek jinan cilên gerîla li xwe kiribûn.

Di dema meşê de ciwanan bê navber dirûşme berzkirin û ciwan li çiyayên hemberî goristanê bi alên PKK’ê rêz girtin.  Bi tevlibûna hezaran kesî Enguderê HPG’î hate definkirin. Di dema merasîmê de helîkopter difiriyan û piştî definkirinê ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin. Serokê MEYA-DER’a Colemêrgê Ramazan Elmas got: “Em tu car dest ji doza xwe bernadin. Em dê di şopa şehîdên xwe de bin. Em dê şopdarên wan bin.

Parlamenter Adîl Kurt jî  axivî û da zanîn tu tiştekî kurd wenda bike nîne û got: “Bi talîmata Birêz Ocalan vekişîna gerîlayan didome. Siyaseta kurd tişta ketiye ser milê xwe pêk aniye. Lê hikûmeta AKP’ê û Erdogan neaniye cih. soza xwe nenaiye cih, pêngav neavêtiye. Ger em nexwazin xwîn birêje divê em AKP’ê bidin zorê.  Ger di vê pêvajoyê de pêngav neyê avêtin dê Tirkiye wenda bike. ger îro gelê kurd van ciwanan dike bin axê, divê biznain ku tiştekî ku wenda bikin tuneye. AKP’ê divê bê ser hişê xwe. Divê heta 1’ê îlonê pêngavê bavêje.  Gelê kurd bedelên giran dane. Divê êdî kes bedelan nexwaze.”

Kurt balkişand ser geşedanên Rojava û got: “Em bi gelê xwe bawerin. Divê em aktîf tevli alîkariyên bo Rojava bin. Em dê têkoşîna xwe li her çar parçeyên Kurdistanê bidomînin. Em soza vê didin.

Ji malbata Enguder, Dogan Enguder jî got: “Di vî şerî 30 salî de bûyerên bi êş pêk hatine. Divê hikûmet û TC vê baş bizane ku  malbata Firat Kanîroj dê têkoşîna wî bidomîne. Em sozê didin. Dê têkoşîna xwe bilind bikin.

PIŞTÎ MERASÎMÊ PEVÇÛN

Piştî merasîmê, girse ku ket navenda bajar, polîsan êrîş kir û pevçûn derket. Di dema bûyeran de esnafan kepenk girtin û li navçeyê bûyer didomin.