Gerîla careke din li ser dikê ye...
Gerîla careke din li ser dikê ye...
Gerîla careke din li ser dikê ye...
Şanoya Çiya, di pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK'ê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê de lîstika bi navê "Qirdik û Qeşmer" pêşkêş kir.
Koma Şanoya Çiya ya ser bi Akademiya Çand û Hunerê ya Şehîd Sefkan a TEV-ÇAND'ê dixebite, bi lîstikeke nû derket pêşberî gerîla. Koma Şanoya Çiya di pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK'ê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê de lîstika bi navê "Qirdik û Qeşmer" pêşkêş kir.
Lîstika ji aliyê şanoger Hêvî Şanoger ê li refên têkoşîna azadiyê jiyana xwe ji dest da ve hat nivîsandin, ji aliyê endamên Şanoya Çiya ve hat lîstin. Koma Şanoya Çiya û koma muzîkê ya Awazê Çiya, tevî mercên zivistanê jî, dekor û kostumên xwe avêtin pişta xwe û bi berhemên xwe re derketin pêşberî gerîla.
Koma şano ku îsal cara sêyemîn e derdikeve tûrneyê, bi giştî 37 caran derket ser dikê û mora xwe avêt binê serketineke girîng. Şanoya Çiya li dû lîstikên "Tas" a li ser jiyana Yekta Herekol û "Rojên Germ", bi lîstika "Qirdik û Qeşmer" dawî li werzê anî.
Gerîlayan di nava demeke kurt de 6 caran lîstikên xwe pêşkêş kirin û di dawiya lîstikê de jî beşeke li ser têkiliyên rêhevaltiyê vegotin. Ev beş jî rastî eleqeyeke mezin hat.
Lîstika li ser tevlîbûna 4 kesan li refên gerîla, hem temaşevan kenand hem jî da fikirandin.