Gergerlîoglû serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da

Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû li dijî cezayê girtîgehê yê ku Dadgeha Bilind pejirandiye, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.

Endamê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan û Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû bi rêya parêzerê xwe Kerem Altiparmak serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.

Di serlêdanê de işaret bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn hate kirin û hate ragihandin ku fezleke ji bo armancên siyasî hatiye amadekirin.

Di daxwaznameyê de hate gotin, "Serlêdêr, ku parlamenterek û parêzvanekî mafên mirovan e, ji ber ku li nava parlamentê û derve qala revandina mirovan, lêgerîna tazîkirî, êşkence û binpêkirina mafên mirovan ên giran ên bi vî rengî kiriye, bûye hedefa desthilatdariyê."