Genel-Îş’ê nerazîbûn nîşanî qeyûm da: Tu ewlehiya mafekî me tuneye!

Sendîkaya Genel-Îş’ê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên HDP’ê da û diyar kir ku li vî welatî tu ewlehiya mafekî tuneye.

Şaxa Jimar 1 a Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî (Genel-Îş) ya Aliyê Anatoliyê ya Stenbolê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, li pêşiya Îskeleya Beşîktaşê ya Kadikoyê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di daxuyaniyê de pankarta li serê nivîsa "Li hemberî tayînkirina qeyûm, talankirina xwezayê û cînayetên jinan em mil bidin" nivîsandî hat vekirin. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî tevlî daxuyaniyê bû.

‘TU MAF NE DI BIN EWLEHIYÊ DE YE’

Nûnera Cihê Kar a Sendîkaya Genel-Îş'ê ya Şaredariya Kadikoyê Eylem Çelîk daxuyaniyê da û diyar kir ku tayînkirina qeyûman darbeya li dijî demokrasî, adalet û mafê hilbijêr û hilbijartinê ye û wiha got: "Kesên ku pereyên xîzan û kedkaran li avahiyên şaredariyan dixwin, di 31'ê Adarê de bi dengên gel têk çûn, lê di 19'ê Tebaxê de bi tayînkirina Wezareta Karên Hundir careke din hatine ser rêveberiyê. Li welatekî ku bi awayekî bêhiqûqî şaredar ji peywirê tên girtin, tu maf ne di bin ewlehiyê de ye. Feydeya mudaxaleyên ku piştî Hilbijartina 31'ê Adarê li pey hev pêk hatin, ji tu kesî re tuneye. Kesên bi hilbijartinê hatine divê bi hilbijartinê biçin."

‘DIVÊ EM BI HEV RÊ TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’

Çelik bal kişand ser pergala hevserokatiyê ya îfadeya temsîliyeta wekhev ku bûye hinceta tayînkirina qeyûman û ev tişt anî ziman: "Ev yek polîtîkayên desthilatê yên ku dijminahiya jinê dikin nîşan dide. Di vê mijarê de tundî û qetilkirinên jinan ku di rojên dawîn de pêk hatin, mirov nikare ji vê mijarê cuda binirxîne. Tundiya li ser jinan û cînayetên wan jî encama polîtîkayên zilam ên serdest in. Divê em tev bi hev re tekoşînê mezin bikin. Parastina adalet, demokrasî û aştiya civakî peywira me hemûyan e. Em tev bi hev re cîhanek ku edalet, demokrasî, azadî, wekhevî û aştî lê serdest e ava bikin."