Gelo wê deriyê Înterpolê li rejîma Erdogan bê girtin?

Ji ber polîtîkayên rejîma Erdogan ên îstîsmarkirina Înterpolê, li Ewropayê nîqaş tên kirin ku deriyê vê saziyê li Tirkiyeyê were girtin.

Li Ewropayê, piştî ku gelek kes li ser daxwaza rejîma Erdogan li pey hev hatin binçavkirin, bal çû ser Înterpolê. Yên ku heta niha ji ber 'sûcên siyasî' herı zêde bûne mexdûrê Înterpolê, siyasetmedarên Kurd in. Gelo deriyê Înterpolê wê li rejîmên despot ên mîna Erdogan were girtin?

Di destpêkê de nivîskarê sereke yê kovara Odakê Hamza Yalçin, bi hinceta ku Tirkiye lê digere, roja 3'ê Tebaxê li Balafirgeha Barcelona ya Spanyayê ji aliyê Înterpolê ve hate binçavkirin. Piştre, li bajarê Granada yê Spanyayê Dogan Akhanli li otela lê dima, ji ber ku bi bultena sor a Înterpolê lê dihate gerîn, hate binçavkirin.

Piştî ku rejîma Erdogan xwest, Înterpol her du mûxalîfan bigire û radestî hikumeta AKP'ê bike, li nava welatên Ewropayê nîqaşekê dest pê kir. Di vê nîqaşê de tê gotin, divê rêveberiyên despot ên weke rejîma Erdogan nikaribin ji mafê Înterpolê sûdê werbigirin.

Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) bang li Înterpolê kir ku di mijara girtina rojnamevan û mûxalîfên Tirkiyeyê de daxwazên Tirkiyeyê 'hê bi baldarî' lêkolîn bike. Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom jî duh gotibû, "Nabe ku Înterpol ji bo armancên siyasî were bikaranîn."

'BILA EUROPOL ÎNTERPOLÊ KONTROL BIKE'

Piştî ku nivîskar Akhanli yê li Kolnê dijî li Spanyayê hate binçavkirin, Serokwezîr Elman Angela Merkel jî daxuyaniyeke bi heman rengî da û destnîşan kir, ku 'ne ya qebûlkirinê ye' ku Tirkiye Înterpolê bi nebaşî bi kar bîne. Wekî din, siyasetmedarên Elman jî dixwazin di karên Înterpolê de guhertin werin kirin.

Rêvebera Enstîtuya Polîsan a Navneteweyî Katrîn Kînzelbach jî ji rojnameya Der Tagesspîegelê re analîzek nivîsand û ji bo Înterpol ji rejîmên despot bê parastin, hin pêşniyar kir. Kînzelbach, ji bo ku Înterpol bi armancên nebaş neyê bikaranîn, dixwaze di sîstemê de guhertin were kirin û destnîşan kir, ku di vî warî de wezîfe dikeve ser milê Elmanyayê.

Pispora ewlekariyê radigihîne ku divê yekîneya polîsên Yekîtiya Ewropayê (Europol) û Înterpol bi hev re bixebitin û dibêje, "Eger li parzemîna Ewropayê agahiyên Înterpolê ji aliyê Europolê ve bên kontrolkirin, kêm jî be wê pêşî li bikaranîna neyînî ya Înterpolê ji bo sûcên siyasî bê girtin."

Weke yek ji kêmasiyen herî mezin ê Înterpolê tê dîtin ku bi têrkerî personel li vê yekîneyê naxebitin û navên ku ji aliyê welatekî ve jê re tê ragihandin, bêyî lêkolîn bike dixe nava bultena sor. Di 'sûcên siyasî' de yên ku herî zêde bûne mexdûr siyasetmedarên Kurd û mirovên ji tevgera çep a Tirkiyeyê ne.

ZILMA ÎNTERPOLÊ YA LI PENABERÊN SIYASÎ TÊ KIRIN

Rêxistina Polîsan a Krîmînal a Navneteweyî (Înterpol) ku 190 welat endamê wê ne, bi giranî il ser sûcên bazirganiya narkotîkê, terorîzm, bazirganiya mirovan, sûcên sîbe, karên ne li rê, sûcên li dijî zarokan û qaçaxçitiya çekan dixebite. Lê belê Tirkiyeyê timî xwest vê yekîneyê li dijî mûxalîfan û penaberên siyasî yên xwe li Ewropayê girtine bi kar bîne.

Penaberên siyasî yên li welatên Ewropayê, ku xwedî statuya penaberiyê ne û mafê xwe yê mayinê heye, li ser daxwaza Tirkiyeyê bi mehan girtî dimînin. Di nava 10 salên dawî de zêdeyî 20 bûyerên bi vî rengî qewimîn.

Penaberên li sirgûnê, tevî ku pasaporta xwe ya penaberiya siyasî û derfetên ger û geştê hene, dibin mexdûrê Înterplê. Ku heta niha ev mexdûriyet ne xema gelek welatên Ewropayê bi taybetî Elmanyayê ye.

Tevî Spanyayê, Polonya, Bûlgarîstan, Romanya, Moldavya, Awûstûrya û Xirvatîstanê, gelek mirovên siyasî ku dewleta Tirk bi bultena sor li wan digere, mexdûr kirin.

Li welatên Ewropayê, zexta Înterpolê herî zêde li penaberên siyasî û siyasetmedarên Kurd tê kirin. Nûnerê BDP'ê yê Ewropayê Eyyup Dorû, ku li Fransayê serlêdana wî ya penaberiyê hatiye qebûlkirin, 15'ê Kanûna 2011'an bi hinceta ku li ser daxwaza Tirkiyeyê Înterpolê biryara girtina wî daye, li Munchenê hatibû girtin.

Wekî din, siyasetmedarê Kurd Mecît Gumuş ê par jiyana xwe ji dest da, sala 2011'an bi hinceta 'biryara girtinê' ya Înterpolê ji Rûsyayê radestî Tirkiyeyê hatibû kirin. Sala 2009'an, hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal ku ji bo pîrozbahiyên Newrozê çû Madrîdê, bi daxwaza Înterpolê hatibû binçavkirin.