Gelo MÎT'ê çekên kîmyewî da El Nûsra?
Gelo MÎT'ê çekên kîmyewî da El Nûsra?
Gelo MÎT'ê çekên kîmyewî da El Nûsra?
Hat îdîakirina ku di civîna artêşa azad a li Dîlokê de, rêxistina îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) pêşniyara dayîna çekên kîmyewî li artêşa azad kiriye û ev pêşniyara MÎT'ê hatiye qebûlkirin. Li gorî belgeyek di malpera Lekoling.org de hat weşandin, Cebhet El Nûsra ji MÎT'ê çeka kîmyewî stendiye.
Li gorî belgeyek di malpera Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê (Lekolin.org) de hat weşandin, MÎT û mûxalefeta Sûriyê li ser bidestxistina çeka kîmyewî li hev kirin.
Agahiyên li ser mijara li hev hatina Mît û muxalefeta Sûrîye di malpera www.nuce24.net de derketiye ku bi belgeyan jî tê piştrastkirin. Tê gotin ku di meha Nîsan'a sala 2013'an de, li bajarê Dîlokê MÎT’a Tirk bi komeke ji muxelefeta Sûriyê ya çekdar re civiya ye û li ser du xalên sereke li hev kirine. Di belgeyê de tê gotin ku ‘Tirkiye amede ye ku çekên giran ên li dijî êrîşên hewayî bide artêşa azad û Cebhet El Nusra. Her wiha di belgeyê de tê destnîşan kirin ka wê ev çek di kîjan xala sînor re derbasî nava axa Sûriyê bibin.
Li gorî vê yekê, cihên ku ji bona çek derbas kirinê hatine diyar kirin evin:
1. Çek wê di navçeya Etmê ya bajarê Îslibê derbas bibin.
2. Wê ji bajarê Helebê re jî, li navçeya Ezazê û bajarokê Carablosê re derbas bibe.
Her wiha tê gotin ku li Cerablosê wê di 2 cihan re derbas bibe. Yek di nava bajêr bi xwe deye û yê din bi şev wê di çemê Firatê re derbas bikin.
MÎT'Ê PÊŞNIYARA ÇEKÊN KÎMYEWÎ KIR, EL NÛSRA QEBÛL KIR!
Di hevdîtinê de Ebdulcebar Îgêdî daxwaz ji Tirkiyê dike ku cebilxaneyên çekên ferdî bide wan. Rayedarên MÎT’a Tirk destnîşan kirin ku ew amede ne di hemû aliyan de piştgiriyê bidin wan.
Her wiha rayedarên Tirkiyê diyar kirine ku, divê buyerên mezin li Şamê biqewimin. Ji bo vê jî em dikarin silehên kimyawî bidin wan. Li ser daxwaza MÎT’a Tirk Cebhet El Nusara qebul kiriye.
Li gorî nûçeyê, piştî ku ev pêşniyar MÎT'ê hat qebûlkirin, yek ji fermandarê artêşa azad Ebdulcebar Îgêdî li ser dem û cihê bikaranîna vê çekê bi rayedarên Tirk re guftugo kiriye.
ARMANCA BI KAR ANÎNA ÇEKÊN KÎMYAWÎ ÇIYE?
Di belgeyê de ji bo armanca bikaranîna çeka kîmyewî jî tê gotin; "Cebhet El Nusra wê li gundên hawirdora Şamê bide. Armanca sereke ewe ku pêşî li destwerdana leşkerî ya Sûriyê bê vekirin û armanca duyemîn jî astengkirina beşdariya Sûriyê li Komcivîna 2. a Cenevreyê ye."
Li gorî heman belgeyan kesên di vê civînê de amdebûne evin: Aliyê Tirkiye 2 endamên MÎT’ê, aliyê Artêşa Azad û meclîsa leşkerî Ebdulcebar Îgêdî û 3 endamê Cebhet El Nusra ku yek jê bi eslê xwe ji Çeçenistaniye, yê din ji Tunusê ye, yê sêyemîn jî bi navê Mehemed Golanî ye. Hêjayî gotinê ye ev civin bi çavdêriya Koalisyona Sûriyê pêk hatiye.