'Gelê Kobanê tê bişavtin'

'Gelê Kobanê tê bişavtin'

Dewleta Tirk a ku heta niha ji bo Kobaniyên ji ber êrîşên DAIŞ'ê hatine Pirsûsê neketiye nava ti hewldanan, nahêle konbajarê şeşemîn ê Şaredariyên DBP'yî hewl didin li Pirsûsê veke. Rayedarên DBP'ê dan xuyakirin, ku dewlet bi awayekî zanebûn, xebatên wan asteng dike û dixwaze rêxistinbûyîna wan xera bike.

Bi hezaran welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê koçî, li astengiyên dewleta Tirk rast tên. Bi alîkariya şaredariyên DBP'yî, çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê re, ji bo Kobaniyên li Pirsûê konbajarên Arîn Mîrxan, Kobanê, Rojava, Kader Ortakaya û Necat Sûphî Agirnaslî hatin vekirin. Nêzîkî 20 hezar kesên li van konbajaran dimînin, lê ji ber ku ev konbajar têrê nakin, Şaredariya Pirsûsê li gundê Kulunçê dest bi amadekariya vekirina konbajarekî din kir. Konbajarê ku berî mehekê bingeha wê hat avêtin, ji bo vedana kon amade ye. Lê belê Waliyê Rihayê û Qeymeqamê Pirsûsê bi hinceta "Ewlekariyê" nahêlin kon bên vedan. Rayedarên dewletê îdîa kirni ku wê dewlet konbajarekî karibe 30 hezar kesî vehewîne veke. Endamê Meclîsa Partiyê ya  DBP'ê û Hevşaredara Pirsûsê anîn ziman ku dewlet bi zanebûn hewl dide rêxistinbûyîna xwen xerab ike.

'EM GAVÊ BI ŞÛN VE NEAVÊJIN'

Endamê Koordînasyona Navenda Rojava û Şengalê û endamê Komîsyona Rêveberiyên Heremî û Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Huseyîn Yilmaz diyar kir ku wê ji bo gelê Kobanê konekî 6. ê ku 8-10 hezar kes lê karibin bicih bibin, bê vekirin. Yilmaz da zanîn ku bingeha konbajarê 6. qediya ye û lê ji aliyê walîtiyê ve tê astengkirin. Yilmaz destnîşan kir ku ji bo ev konbajarî neyê vekirin, bi her awayî astengiyan derdixînin pêşiya wan û got: "Her tim bi hincetekê tên û ji bo vî konbajarî nedin venekin her tiştî dikin. Heta neha li konbajarê me ti bûyerên ewlekariyê têk bibe, neqewimiye. Ev tiştekî nayê pejirandin e. Dewleta ku alî Kobanê nake, nahêle em jî alî wan bikin. Bi her awayî xebatên me têb astengkirin. Em jî dibêjin ti kes nikare Pirsûs û Kobane ji hev biqetîn e. Em her tim li cem xwişk û birayên xwe ne."

Hevşaredara Pirsûsê Zûhal Ekmez jî aşkera kir ku 3 hefte berê 9 hezar 200 kes hatiye û hejmara wan 12 hezar derbas kiriye. Ekmez da zanîn ku her diçe hejmara gelê Kobanê zêde dibe û wiha got: "Her hejmara wan zêde dibe pêdiviyên wan jî zêde dibin. Ji ber vê yekê ji bo cihê wan me li gundê Kulunçê amadekariya konbajarekî mezin dan destpêkirin. Walî û qeymeqam astengiyan derdixînin pêşiya me. Her wiha ji me re dibêjin "Çima hûn çêdikin. Va em çêdikin'. Yanî ji me re dibêjin hûn li hevdû xwedî dernekevin em ê wan li gorî xwe bi rêk û pêk bikin. Konê wan jî heta meheke din venabe. Dema zivistan biqede, wê hingî konan vedin."

TENÊ ZIMANÊ WAN MAYE

Ekmez bi lêv kir ku tenê zimanê wan maye û tê xwestin ku zimanê wan jî bidin ji bîrkirin. Ekmez gotina Qeymeqamê Pirsûsê a gotibû 'hûn li konên xwe zimanê kurdî ferî wan dikin û em jî yên Erebî rê wan didin' bi bîrxist û wiha pê de çû: "Em dîsa dubare dikin. Kobanê û Pirsûs yek e. Tenê di navbera me de têlên sûnî hen in. Gelê Kobanê naxwazin di konbajarên dewletê de bimîne. Gelê Kobanê dixwaze bi zimanê xwe fêr bibin. Heta niha kesî ji me re negotiye em dixwazin bi Tirkî û Erebî hîn bibin. Herî girîng zimanê wan e. Armanca dewletê ew e ku rêxistina me xera bike û me ji hev belav bike. Bila dewlet dest ji vê feraseta xwe berde. Heta niha di 5 konbajarên me de dewletê ewlehiya me ne girtiye. Em baş dizanin bê armana wan çi ye. Welatiyên li AFAD'ê dimînin jî bi bêdilî û di bin şert û mercên giran de dijîn. Li vê derê jî dewleta Tirkiyeyê dest ji wan bernade."