Gel ne mahkûmî AKP’ê û nejî Cemaetê ye!
Gel ne mahkûmî AKP’ê û nejî Cemaetê ye!
Gel ne mahkûmî AKP’ê û nejî Cemaetê ye!
Rêxistina ESP’a Bajarê Stenbolê şelandin û nelirêtiya AKP’ê li Meydana Galatasaray protesto kirin.
ESP’yiyan bi dirûşmeya “îmamê AKP’ê dolarê Emerîka ye” hikûmet vexwende îstifayê.
Endamên ESP’ê ku pankarta “AKP=Dizî, nelirêtî, bertîl, yên tên binpê kirin wê vê pisiyê temîz bikin” malbatên girtiyên Geziyê jî piştgirî dan. Di çalekiya ku dirûşmeyên weke “Îmamê AKP’ê dolarê Emerîkayê ye”, “Di li meclisê ne Gîzîvan jî li girtîgehê ne”, “Diz wê hesabê bidin gel”, “sores wê vê qirêjê temîz bike” daxuyanî jî li ser navê Rêveberiya ESP’a Bajarê Stenbolê Metîn Kûrekçî xwend.
Kûrekçî ku bal kişande ser Cemeata Gûlen û Serok Wezîr Erdogan yên ku heya niha bi hevre tevger dikirin îro jî ji bo ka wê desthilatdarî û paste di destê kê de kom bibe şer dikin û diyar kir ku Cemeata Gûlen parçeyek ji desthilatdariya AKP’ê ye û Kûrekçî bi bîr xist ku herdu jî dijminê gelin û hevkarên DYE’yê ne. Kûrekçî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “We li Geziyê, Roboskî, Licê û Geverê bi hevre qetil kirin. We di Deniz Fenerî de li TOKÎ’yê bi hevre nelirêtî kir. We bi hevre dest bi talankirina daristan û deştan kir. Di diziyê de hun li gel hev bûn. Niha jî hûn li ser kîjan pilana şelandinê li hev ne hatin? Hunê hesabê bidin gelê me.”