Gel li Taxa Gazî hîleyên hilbijartinan protesto dike
Gelê li Taxa Gazî ya Stenbolê baweriya xwe bi encamên tên aşkerekirin neanîn, encam protesto kirin. Bi mudaxeleyên polîsan li taxê bûyeran destpê kir.
Gelê li Taxa Gazî ya Stenbolê baweriya xwe bi encamên tên aşkerekirin neanîn, encam protesto kirin. Bi mudaxeleyên polîsan li taxê bûyeran destpê kir.
Gelê li Taxa Gazî ya Stenbolê baweriya xwe bi encamên tên aşkerekirin neanî, encam protesto kir. Bi mudaxeleyên polîsan li taxê bûyeran destpê kir.
Di dema dengdayinê de girseya ji encamên ne fermî yên tên aşkerekirin bawer nekir, li Taxa Gazî ya Stenbolê encaman protesto dike. Piştî demekê polîsan mudaxeleyî girseyê kirin. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş birin ser welatiyan, welatiyan jî xwe bi keviran parastin. Ji bo êrîşên polîsan bisekinînin jî barîqat danîn. Ji bo pêşiya polîsan bigirin, di nav barîqatan de cih dan wesayîtekê jî.
Girseyê wesayît heta serê kolanê anî û bi vî awayî hewl da ku pêşiya TOMA û wesayîtên zirxî bigire. Li taxê protesto û bûyer didomin, dirûşma, “Qatil polîs, bicehime” tê gotin.