Li gelek bajaran êrîşên dagirkeriyê hate protestokirin

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn tevahiya rojê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên li ser Rojava bi çalakiyan protesto kirin. di çalakiyan de welatên ku li dijî faşîzma Erdogan bêdeng in hatin şermezar kirin.

Piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Rojava hêrsa Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn her diçe mezintir dibe. Li bajarê Anvers yê Belçîkayê Kurdistanî bi çalakiyan tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk ya li ser Rojava protesto kirin. Di çalakiyan de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” , “Terorîst Erdogan” hate berzkirin û wêneyên Erdogan hate şewitandin. Çalakî bi daxuyaniya çapemeniyê bidawî bû.

MADRÎD

Li paytexta Îspanya Madrîdê bi çalakiyekê êrîşên dagirkeriyê hate protestokirin. Çalakî ji aliyê Komîteya Kurdistan a Madrîd ve hate lidarxistin. Roja Yekeşmê saet 12:00’an li metroya Pîlaza tîrsîo demolino wê mîtîng û roja Sêşemê jî saet 17:00’an li metroya Înglesîa ber bi Konsolosxaneya Tirk ve meşek were lidarxistin.

BARSELONA

Li bajarê Barselona yê Îspanyayê îro bi du çalakiyan êrîşên dagirkeriyê hate protestokirin. Çalakiya yekem saetên sibê li pêşiya Rêya Hewayî ya Tirk hate kirin.

Çalakiya duyem jî saetên êvarê bi beşdarbûna 2 hezar kesî hate lidarxistin. Çalakî bi dirûşmeya “Jin xwedî li Rojava derdikevin” hate kirin û du seatan dom kir. Di çalakiyê de pankarta “riseup4rojava” hate hildan. Çalakî li pêşiya Konsolosxaneya Tirk bidawî bû.

LLEIDA

Li bajarê Lleîda yê Katalonyayê jî bi meşekê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hate protestokirin. Nêzî sed kes beşdarî meşê bûn û dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk hate berzkirin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê jî Kurdistanî û dostên wan li Qada Repubiqe li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên li ser Rojava protesto kirin. Girseya gel bi dirûşmeyên “Kujer Erdogan” û “Bijî Berxwedana Rojava” ber bi qada Chatelet ve meşiyan. Polîsan meşa gel asteng kir û li ser vê girseya gel çalakiya rûniştinê lidarxist.

Di çalakiyê de Komîteya Piştevaniya Rojava banga beşdarbûna mîtînga ku roja Şemiyê saet 14:00’an li Qada Repubiqe were lidarxistin, hate kirin.

BORDEAUX

Kurdistanî û dostên wan  li pêşiya Walîtiya Bordeauxê bi dirûşmeyan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin. Di çalakiyê de daxwaza hevdîtina bi walî re hate kirin, ji ber walî ne amade bû hevdîtin bi alîkarê walî re hate kirin. Di çalakiyê de bêdengiya Ewropyaê jî hate protestokirin.

MONTPELLİER

Li bajarê Montpellîer yê Fransayê jî êrîşên dagirkeriyê hate protestokirin. Çalakî ji aliyê NCDK û Komina Jinan a Delal Amed ve hate organîzekirin. Çalakî li Parka Peyroy Pîtot destpê kir û heta Qada Comedieyê dom kir. Di çalakiyê de belavokên têkildarî gef û êrîşên dagirkeriyê hatibûn amadekirin hatin belavkirin.

REIMS

Li bajarê Reîms jî bi çalakiyekê êrîşên dagirkeriyê hate protestokirin. Partiya Komunist, Sosyalîst, La France Insousime, Génération.s, Çepgirên Sosyalîst û Komarî û Tevgera Aşitiyê beşdarî çalakiyê bûn û çalakî li pêşiya îstasyona trenê destpê kir.

Girseya gel ber bi navenda bajêr ve meşiyan û li Place d’Erlon’u demekê rê ji trafîkê re girtin.

Li Place d'Erlon jî mîtîngek hate lidarxistin. Li vir axaftin hate kirin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hate şermezar kirin

MARSÎLYA

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Marsîliyayê di nava çalakiyan de bûn. Ciwanan êvarê li balafirgeha Marsîlya çalakiya bêîteatiya sivîl lidarxist û piştre li kolana Marsilya St. Antoine  meşiyan.

Ciwanan bê navber dirûşmeyên “Rojava wê ji TC re bibe gorisatan”, “Bimre dewleta TC” û “Em fedaiyên Rêber Apo ne” berz kirin û piştre ber bi metroya Bouganvîlle ve meşiyan.

DRAGUIGNAN

Li bajarê Draguignan yê Fransayê Kurdistanî û dostên wan bi armanca protestokrina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk du saetan li cadeya peage çalakiya bêîteatiya sivîl lidarxist.

INNSBRUCK

Li bajarê Innsbruck yê Ewûstûryayê Kurdistanî û dostên wan dagirkirina Rojava ya ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kirin. Girseya gel li Cadeya Maria Theresa li hev civiyan û heta Altstadê meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Terorîst Erdogan”, “Terorîst Tirkiye” û “Bijî Berxwedana Rojava” hate berzkirin.

VIYANA

Li paytexta Ewûstûrya Viyanayê bi hezaran kes ber bi sefaretxaneya Emerîkayê ve meşiyan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û helwesta Emerîkayê şermezar kirin. di çalakiyê de Parlamentera Partiya Keskan Eva Dziedzic û Sekreterê Înîsyatîfa Sendîkayên Komunîst Gerhard Mack axivîn. Qisekeran êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin û gotin ew li gel têkoşîna gelê Kurd in.

FLORANSA

Li bajarê Floransa ya Îtaliyayê Kurdistaniyan û dostên wan êrîşên dagirkeriyê yên  dewleta Tirkiyê protesto kirin. Gelê ku li meydana istasyonê ya Floransayê hatibûn cem hev bi diruşmeyan dewleta Tirk şermezar kirin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku divê demildest Ewropa bêdengiya xwe xera bike. Gel piştre dîsan meşiyan. Çalakî li pêşiya konsolosxaneya tirk bi dirûşme û govendê bidawî bû.