Li Swêdê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê daketin qadan

Ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê li Swêdê bi hezaran kes daketin qadan.

Li Swêdê êrîşên dagirkeriyê yên faşîzma AKP-MHP’ê yên li ser Rojava tê protestokirin. Vê êvarê li navçeyên Stockholm û Malmo bi hezaran kes daketin qadan, dewleta Tirk şermezar kirin û peyamên piştevaniya bi Rojava re dan.

STOCKHOLM

Çalakiya Kurdistanî û dostên wan ku ev 3 roj in didome vê êvarê jî li Qada Sergelstorgê dewam kir. Kurdistanî bi dirûşmeyên “Bijî Kurdistan, Bimre Erdogan”, “Faşîst Kujer Erdogan”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Destên xwe yên qirêj li ser Kurdistanê rabikin” hêrsa xwe ya li dijî dagikeriyê nîşan dan. Li aliyê din di çalakiyê de wêneyên Erdogan jî hatin şewitandin.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Stockholmê Girin Kasirga, ji Navenda Çanda Kurd a Demokratîk ya Stockholmê Senadîk Oner axivîn û gotin ku divê Kurd li dijî dagirkeriyê yek bin û li ber xwe bidin.

Li aliyê din Parlamentera Partiya Çepgir û Berdevkê Polîtîkayên Derve Hokan Svennelîng jî axivî û got ji bo ambargoya çekan bi Partiya Lîberal re hemfikirin û wê mijarê bînin rojeva Komîsyona Polîtîkayên Karê Derve ya Parlamentoyê.

Parlamentera Partiya Çepgir Danîel Rîazat jî ragihand ku rêxsitina ciwanan a partiya wan Rastgir Ciwan bi Roja Sor re ji bo piştevaniya bi Rojava re kampanyaya bexşînê dane destpêkirin. Rîazat banga beşdarbûna li kampanyayê kir.

MALMO

12 partî û rêxistinên civaka sivîl a Swêd û Kurdsitanî ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê yên li ser Rojava li navenda bajêr çalakiyek lidarxist.

Li ser navê Komîteya Rojava Natalî Hansson axivî û got ku dewleta Tirk ji bo ku Kurd nebin xwedî statû û ji bo piştgirîdayîna çeteyên DAÎŞ’ê tevgera dagirkeriyê daye destpê kirin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk û dagirkeriyê hatin berzkirin.

BORLAGE

Li bajarê Borgale yê Swêdê jî bi meşekê êrîşên dagirkeriyê hate protestokirin. Gel li Borlage Kupolenê li hev civiyan û bi dirûşmeyan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin.

Di çalakiyê de axavtin hate kirin û banga piştevaniya bi Kurdan re hate kirin.  Piştî axaftinan gel li navenda bajêr meşiyan û çalakî bidawî bû.