'Gefa Torosên spî, sînyala komkujiyê ye'

Parlamenterê HDP'ê Kurkçu diyar kir ku Davûtoglû sînyala komkujiyên nû daye. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan jî destnîşan kir, ku wesayîtên bi marka Ranger ên reş ketine şûna Torosên spî."

Parlamenterê HDP'ê Kurkçu diyar kir ku Davûtoglû sînyala komkujiyên nû daye. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan jî destnîşan kir, ku wesayîtên bi marka Ranger ên reş ketine şûna Torosên spî."

Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû, li navçeya Wan Tûşbayê bi beşdariya bi qasî 300 kesan, ku piranî cerdevan û wezîfedayên miftîtiyê bûn, mîtîngek pêk anî. Davûtoglû di axaftina xwe ya li vir de bi gefxwarinê deng xwest. Davûtoglû mînaka wesayîtên bi marka Toros, ên ku nîşaneya kuştinên 'kiryar nediyar' in da û got, "Eger AKP ji desthilatdariyê bikeve, wê çeteyên terorê li vir bigerin, wê Torosên spî bigerin."

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu û Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, ev gefa Davûtoglû ji ANF'ê re şîrove kirin.

KURKÇU: AKP WÊ DÎSA SERKÊŞIYÊ JI KOMKUJIYÊ RE BIE!

Kurkçu da xuyakirin, ku kuştinên bêdaraz ên berê bi Torosên spî dihatin kirin, îro bi Rangerên reş tên kirin û got, "Davûtoglû bêhişê xwe dipeyivê. Dibêje qey mirovên li pêşberî wî jî bêaqil in. Ev gefek e. Li Cizîrê di qedexeya deh rojan a derketina derve de, kesên rû bi maske yên ji Ranger ên reş peya dibûn, gule li gel reşandin. Ev gef, ji bo van mirovan tê vê wateyê: Wê ji bo kuştina we dîsa werin. Dîsa AKP heye, dîsa ew ê serkêşiyê ji komkujiyan re bikin."

TURKDOGAN: BI NÎŞANDANA ÎNFAZÊ RE XWESTINA DENGAN, NAYÊ QEBÛLKIRIN

Turkdogan jî da xuyakirin, ku Davûtoglû yê li meqama berpirsyariyê ye, bi axaftineke bi vî rengî re bêberpirsyariyeke mezin a siyasî kiriye û got, "Eger hûn dibêjin Torosên spî digeriyan, wê çaxê we çima kuştinên dema beriya we hatin kirin, dernexistin holê. Ji ber ku berpirsyariya siyasî di vir de dikeve ser milê AKP'ê."

Turkdogan rapora dawî ya ÎHD'ê ya li ser binpêkirina mafên sivîlan bibîr xist û diyar kir ku li gorî vê raporê 113 sivîl hatine kuştin. Turkdogan got, "Ji 113 sivîlan 100 ji wan, rastî binpêkirina giran a jiyanê ya ji ber dewletê hatin. Tê dîtin ku ev binpêkirin ji aliyê polîsên tîmên taybet ên bi Ford Ranger û wesayîtên zirxî li herêmê wezîfeyê dikin ve hatine kirin. Lewma bi awayekî sergirtî gefa 'dibe ku hûn bên kuştin, di binê çavan de bên windakirin' nayê qebûlkirin. Bi vê gefê re xwestina dengan nayê qebûlkirin."