Gaziya Pirsûsê ya weke 'bombeya zindî' hat îlankirin: Ez li vir im, dest ji têkoşînê bernadim

Cûştan: Ez zanim; mîna hevalên xwe yên din ên ji êrîşa li Pirsûsê bi saxî filitîn, di hedefê de me. Dixwazin pêşî li têkoşîna min a edaletê bigirin.

Gaziya Pirsûsê Havva Cûştan a ji aliyê medya hawiz ve bi gotina 'bombeya zindî' hedef hat nîşandan: Ez zanim; mîna hevalên xwe yên din ên ji êrîşa li Pirsûsê bi saxî filitîn, di hedefê de me. Dixwazin pêşî li têkoşîna min a edaletê bigirin. Lê ez li vir im, bi ti cihî ve naçim û ez dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernadim.

Havva Cûştan yek ji ciwanên ku dewletê nikarîbû li Pirsûsê qetil bike.

Di teqîna li Pirsûsê de birîndar nebû, lê belê ji ber bandora teqînê çend mehan guhê wê giran bû. Birîna hiştina hevrê, dost û hezkiriyên xwe li Pirsûsê mîna hemû gazî û şahidên din ê Pirsûsê, dilê Havva jî dêşîne. Tevî vê êşa giran jî bi gotina, 'divê li ser piyan bimînim' hewl dide jiyana xwe ya nîvcomayî bidomîne.

Li beşa psîkolojiyê ya Zanîngeha Stenbolê dixwîne. Her roj diçe kampusa zanîngehê ku bûye mîna qereqolê. Endama Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst e û di heman demê de tevlî karê Jinên Ciwan ên Azad dibe.

Di 19'ê Adarê de ji kesekî nas nake mesaja 'tu yê jî mirovên sivîl qetil bike?' li malpera wê ya facebookê hat nivîsandin. Bi vê mesajê re medya hawiz a AKP'ê ew weke 'bombeya zindî' îlan kir.

Cûştan a li pêşberî vê rewşê matmayî ma got, "Ez her roj bi telefonê daxivim. Navnîşana min nasnameya min diyar e. Hesabên min ên medya civakî vekirî ne. Ez li Zanîngeha Stenbolê ku bûye nîv qereqolê, dixwînim. Her roj, piştî kontrola nasnameyê dikevim hundirê zanîngehê. Diçim saziyên fermî yên dewletê û têm. Eger weke 'bombeya zindî' li min bihata gerîn, wê karîbûna bi hêsanî min bidîtina."

Bi ken vedibêje.

Bi nûçegihanê ETHA'yê Emrah Erdogan û rêveberê ESP'ê Alî Haydar Keleş ên weke 'bombeyên zindî' hatin îlankirin, daxuyanî da û piştre gilî kir.

Têkildarî reaksiyonên li hemberî xwe de Cûştan got, "Îdîa ewqasî bêaqilî ye, ku bi sedan mirovan bi rêya medya civakî û gelek mirovên ez li wan rast hatim yekser ji min re gotin, ku ew ji vê îdîayê bawer nakin."

Gilî kiriye, lê zêde hêviyeke xwe nîne. Dibêje, "40 salan carekê dibe ku edalet bê. Tevî ku bi rojane em dibêjin 'em ne bombeyên zindî ne, binêrin vaye em li vir in' jî, ne li hemberî çavkaniya vê îdîayê Haberturk, ne jî li hemberî cihên ev derew belav kiriye, dozgeriyê ti lêpirsîn daye destpêkirin."

XWESTIN HER KESÊN LI WÊ HEWŞÊ BIKUJIN

Havva Cûştan da xuyakirin, ku ji ber ew gaziyeke Pirsûsê ye bi taybetî hedef tê nîşandan û got, "Ez zanim, mîna hevalên min ên din ên bi saxî ji êrîşa li Pirsûsê filitîn, di hedefê de me. Wê rojê teqîneke gelekî dijwar rû da. Belkî ne tenê 33 hevalên me, xwestin her kesên li wê hewşê qetil bikin. Piştre kî ji wir bi saxî filitîn, kirin hedefa xwe. Ûlaş Alankûş ev 6 meh in li girtîgehê ye. Têkildarî gaziya Pirsûsê Tulîn Gur jî polîsan noteke 'Psîkolojiya xwe xera bûye, dibe ku bibe bombeya zindî' û şandine ji dadgeriyê re. Piştre cezayê ragirtina li girtîgehê li Tulîn hat birîn. Guneş jî berî ku tedawiya xwe biqede, ket ber lêpirsînê. Xuya ye em di hedefê de ne. Piştî Pirsûsê polîsan bi taybetî bi rêya malbatan hewl da zextê li gelek jinên ciwan bikin. Gef xwarin. Ev zext û gef li malbata min jî kirin."