Gardiyanan girtin ser qawîşa ku greva birçîbûnê lê heye

Li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ya Nimreya 1’emîn gardiyanan girtin ser qawîşa ku greva birçîbûnê lê heye.

Gardiyan û leşkeran li Girtîgegeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandira ya Kocaeliyê bi ser qawîşên jinên Kurd ên siyasetmedar, ku li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirine de girtin. Gardiyan û leşkeran bi saetan li qawîşan lêgerîn kirin û hemû amûr û nîşeyên wan ên nivîskî desteser kirin. Piştî ku Parlamentera HDP'ê ya Amedê ya berê Çaglar Demirel dest bi greva birçîbûnê kir, gardiyanan bi ser qawîşa jinên girtî de girtin.

Hevşaredara Dersimê ya berê Nûrhayat Altûn, duh bi rêya telefonê agahî da malbata xwe û diyar kir ku gardiyanan bi ser qawîşên Çaglar Demirel û qawîşên Hevseroka Gişti ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratik (DBP) Sebahat Tuncel, Hevşaredara Amedê Gulten Kişanak û qawîşên gelek siyasetmedarên Kurd de girtin. Nûrhayat Altun, bi rêya malbatê agahî da û diyar kir ku di sertegirtinê de belge û nîşeyên girtiyan ên nivîski, pênûs, lênûsk û pirtûkên wan tev desteser kirine.

Li aliyê din girtiyên siyasî ji bo biçin girtîgeha Ewlehiya Bilnd a Îmraliyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê girtiye sewqa xwe xwestine. Girtiyên PKK û PAJK di 27'ê Mijdarê de bi armanca tecrîd û binpêkirina mafan şermezar bike dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Piştî ku Parlamentera berê ya HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel dest bi grevê kir û şûnde gardiyanan bi ser qawîşan de girt.