Fransa ji bo îhaleyên DYA’yê tazmînatê dide Yahudiyan

Fransa ji bo îhaleyên DYA’yê tazmînatê dide Yahudiyan

Fransa ji bo Yahûdiyên ku di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de sirgûnî Elmanyaya Nazî hatin kirin û hê li DYA’yê dîjîn wê tazmînatê bide. Tazmînatên ku 70 sal şûnde hat û nêzî 60 mîlyon dolarî ye, pêşî vedike ku şîrketa rêyên hesînî SNCF ya ku di rêwîtiya diçû qirkirinê de, tevlî  îhaleyên mîlyar dolarî ya DYA’yê bibe.

Li gorî peymana di navbera heyeta her du welatan de wê bê îmzekirin  Fransa ji bo Yahûdiyên li Amerîkayê dijîn û di dema şer de ji aliyê SNCF’ê re  birin kampên  Naziya Elman wê 60 mîlyon dolar tazmînat bide. Serî kesên mexdûrên Yahûdiyan wê 100 hezar dolar tazmînat bê dayîn û belavkirina wê jî wê rêveberiya DYA’yê bike.

Ev tazmînat ji bo Yahudiyên piştî şer koçî DYA’yê kirine û  kesên biyanî yên piştî 1’ê Îlona 1939’an koçî Fransayê kirin digire nav xwe.

Di sala 1940-1944’an de  trîêên aîdî şîrketa SNCF’ê ji aliyê rejîma Vîchy ve hatin desteserkirin û bi van trênan bi deh hezaran Yahûdî birin kampên Naziya Elman. SNCF’ê bi salan hevkariya xwe ya qirkirinê qebûl nekir. Lê di sala 2011’an de xemginiya xwe anîn ziman.

Her wiha Fransaya ku bi salan bû ji bo van kesan dayîna tazmînatê qebûl nekir 70 sal şûnde ev daxwaz qebûl kir û li pişt vê jî planên aborî hene.