Fobiya polîsên Elmanyayê ya li hemberî YPG’ê!
Derket holê ku Daîreya Krîmînal Federal (BKA) ji bo Elmanên ku demekê di nav refên YPG û YPJ’ê şer kirine û vegeriyane welatên xwe, fermanekî veşartî şandiye ji yekeyên polîsan re.
Derket holê ku Daîreya Krîmînal Federal (BKA) ji bo Elmanên ku demekê di nav refên YPG û YPJ’ê şer kirine û vegeriyane welatên xwe, fermanekî veşartî şandiye ji yekeyên polîsan re.
Yekeyên ewlekariyê yên Elmanyayê piştî civîna G20 ya hefteya borî êrîşî komên çepgir kiribû, vê carê jî dest bi girtina “çepgirên radîkal” dike. Derket holê ku Daîreya Krîmînal Federal (BKA) ji bo Elmanên ku demekê di nav refên YPG û YPJ’ê şer kirine û vegeriyane welatên xwe, fermanekî veşartî şandiye ji yekeyên polîsan re.
DI LÎSTEYA BKA’YÊ DE 38 ÇEPGIRÊN ELMAN HENE
Daîreya Krîmînal a Federal çalakvanên çepgir ên Elman ên ku demekê li Rojava û Sûriyeyê di nav YPG û YPJ’ê de şer kirine, ji xwe re kiriye hedef. Li gorî kovara heftane ya Focûsê ya li Elmanyayê derdikeve têkildarî Elmanên YPG’yî raporeke 67 rûpel ji eyaletan re hatiye şandin.
Kovara Focûsê diyar kir ku Elmanyayê li dijî kesên ku piştgiriya YPG’ê dikin lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Lê ligel vî tiştî jî çalakvanên Elman ên ku vedigerin welatê xwe rastî gelek astengiyan tên.
Di meha borî ya Hezîranê de kanala televîzyonê ya ARD’ê diyar kiribû ku Elmanyayê li hemberî hemwelatiyên xwe yên li dijî DAIŞ’ê şer kirine dest bi birrîna cezayên pereyan kiriye.
Tê diyarkirin ku Wezareta Karê Hundir a Eyaletê ji bo ku careke din neçin Rojava û Sûriyeyê dest datîne ser pasaport û nasnameyên hemwelatiyan.
ALAYÊN YPG/YPJ’Ê HATIBÛN QEDEXEKIRIN!
Wezareta Karê Hundir a Elmanyê bi giştînameyeke di 2’ê Adara 2017’an de daxwaz kiribû ku ala/flamayên Kurdan ên ku YPG/YPJ jî di nav wan de hene, bila werin qedexekirin. Wezaretê ev tişt bi navê “nûkirina” qedexeya PKK’ê ya ku ji sala 1993’an ve li Elmanyayê heye, dabû diyarkirin.