Fluckîger: Tirkiye dibe dewleteke faşîst, divê pêşî lê were girtin
Sekreterê Giştî yê partiya BastA Martîn Fluckîger diyar kir, Tirkiye ber bi dewleteke faşîst ve diçe û got, Erdogan dixwaze darbeya nîvcomayî temam bike.
Sekreterê Giştî yê partiya BastA Martîn Fluckîger diyar kir, Tirkiye ber bi dewleteke faşîst ve diçe û got, Erdogan dixwaze darbeya nîvcomayî temam bike.
Fluckîger got, "Di serî de Elmanya û Fransa bêdengmayina Ewropa ya li dijî hişmendiya pergala faşîst a dewleta Tirk a ji bo berjewendiyên xwe nayê qebûlkirin."
Sekreterê Giştî yê Swîsre Basels Starke Alternatîve (BestA) Martîn Fluckîger, polîtîkaya Erdogan a piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê û êrîşên giranbûyî yên di vê dema dawî de yên bi ser çapemeniya Kurd û muxalîfan de ji ANF’ê re nirxand.
'REWŞA AWARTE XIZMETÊ JI DAXWAZÊN ERDOGAN RE DIKE'
Fluckîger hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê bi bîr anî û got, hewldana darbeya leşkerî bi aliyê xwe de zîvirand û hewl dide pê daxwazên xwe pêk bîne. Fluckîger diyar kir biryara Rewşa Awarte ya ku piştî hewldana darbeyê hatiye ragihandin bi temamî xizmetê ji daxwazên Erdogan re dike û got, bi Rewşa Awarte re zext û zordariya Erdogan a li ser gel û hemû saziyan roj bi roj zêdetir dibe.
'DARBEYA NÎVCOMAYÎ ERDOGAN TEMAM DIKE'
Fluckîger got, "Erdogan bi ragihandina Rewşa Awarte li dijî her kesê ne ji xwe şer ragihandiye" û wiha domand, "Çi kesê ku ne ji Erdogan be ji karê xwe dibe. Piştî pêvajoya darbeyê êdî her kes ditirse ku were girtin. Karmend, dadger, parêzer, mamoste, şaredar, parêzvanên mafên mirovan ango çi kesê ku alîgirê Erdogan be an tê girtin an jî ji kar û barê xwe dibe. Îşkeceya li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibe. Bi awayekî kêfî dest li ser şaredariyan datînin. Bi zelalî dikarim bibêjim darbeya nîvcomayî Erdogan temam dike."
'AZADIYA RAMAN Û ÇAPEMENIYÊ TINE TÊ HESIBANDIN'
Fluckîger êrîşên bi ser çapemeniya çepgir û muxalîfan bi bîr xist, ku di vê dema dawî de zêde bûne: "Tirkiye bi êrîşên ser çapemeniyê careke din rêgeza demokrasiyê binpê kiriye. Erdogan nêzî 100 saziyê ku rikeberiya wî dikin da girtin. Saziyên din ên çapemeniyê jî ji xwe propagandaya Erdogan û rejîma wî dikin. Dîsa dibêjim, ev êrîş azadiya raman û çapemeniyê tine dihesibînin."
'TIRKIYE BER BI DEWLETEKE FAŞÎSTBÛNÊ VE DIÇE'
Fluckîger got "Tirkiye ber di dewleteke faşîstbûnê ve diçe" û domand, "Bi piranî ez vê hevokê di zimanê xwe nagerînim lê bi rastî jî em dikarin bibêjin ku dewleta Tirk ber bi faşîstbûnê ve diçe. Ji ber ku Erdogan bi polîtîkayên xwe Tirkiye aniye vê rewşê. Erdogan gelan li pêşberî hev tûj dike û nîjatperestiyê sor dike. Dema ku van dike jî hemû nirxên sereke yên mirovî ji tine ve dihesibîne û bi şêla lîderekî otorîter xwe tîne rewşa lîderekî faşîst."
'POLÎTÎKAYÊN EWROPA DESTEKÊ DIDE ERDOGAN'
Fluckîger da xuyakirin, di rewşeke wiha de ku Tirkiye dibe xwedî avaniyeke faşîst bêdengmayina Ewropa nayê qebûlkirin û wiha domand, "Li dijî tiştên ku li Tirkiyê rû didin Ewropa bi awayekî asayî diviya ji zû de tevbigeriyan û mudaxeleyî Erdogan bikirana. Ji ber tecrûbeya Ewropa heye ji bo avaniyên dewletên faşîst. Ewropa baş pê dizane bê ka geşedanên li Tirkiyê wê ber bi kû ve biçin. Lê Ewropa tiştên ku dive bike tam berovajiyê wê dike û bi vî awayî jî piştgiriyê dide Erdogan."
Fluckîger diyar kir bi taybetî jî Elmanya ji ber berjewendiyên xwe polîtîkayeke ku Erdogan diparêze nîşan dide û got, bi girtina Med Nûçe ya bi destê şîrketeke Fransiz a bi navê Eutelsatê Fransa jî bi awayekî eşkere destekê dide Erdogan.
'HEVGIRÎ SÎNORAN NAS NAKE DIVÊ NIHA EM BÊHTIR HEV BIGIRIN'
Fluckîger peymana penaberan a ku Ewropa bi Tirkiyê re girêdayî bi bîr xist û got, "Bi hemû peyamanan hatine penaberan a Ewropayê tê astengkirin û heqê penaberiyê tine tê hesibandin. Ewropa ji bo ku xwe biparêze li dijî hişmendiya faşîst a Tirkiyê û polîtîkayên Macarîstanê ya li dijî penaberan bêdeng dimîne. Divê Ewropa kêlî beriya kêliyekê dev ji vê hişmendiya xwe biqere û mudaxeleyî Tirkiyê bike."
Fluckîger anî ziman, ku li dijî hişmendiya Erdogan ku dixwaze ava bike divê gel bi hev re têkoşînê bidin û got, "Li gel ku ji dîroka mirovahiyê gelek ders me girtine jî em vê n, ji bo ku mirovahî li dinyayê bi awayekî xweş bijî pêdivî bi hevgiriyeke bêsînor heye. Dema ku min Bakurê Kurdistanê ziyaret kir, min hîs kir ku hevgirî sînoran nas nake. Niha bêhtir divê em hev bigirin. Hevgirî sînoran nas nake."