FKÊ kongreya xwe ya 10. li dar xist
Federasyona Komeleyên Êzidiyan 10. Kongreya xwe li bajarê Celle yê Elmanyayê li dar xist û navê xwe kir NAV-YEK (Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan).
Federasyona Komeleyên Êzidiyan 10. Kongreya xwe li bajarê Celle yê Elmanyayê li dar xist û navê xwe kir NAV-YEK (Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan).
Kongre duh li mala Êzidiyan a li bajarê Celle yê Elmanyayê bi beşdarbûna nêzî 150 delege û mêvanan pêk hat.
Kongreyê di şexsê şehîdên Êzîdxanê de bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir.
Piştre Hevserokên berê yê FKÊ Yilmaz Gunay û Xezal Yalçin axaftinên destpêkê kirin.
Li ser vê Şex Huseyîn Gulucan, Feqîr Kalo û Mecbûre Kîwexî qewl xwendin.
Dûvre peyamên Koordînasyona Êzîdxanê û Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê hatin xwendin û peyamên mêvanan hatin girtin.
Di nava mêvanan de Parlamenterên HDP’ê yên Êzidî Alî Atalan û Feleknas Ûca jî cih girtin.
Her wiha Serokê Kongreya Êzidiyên Rûsya Cemal Şamoyan û gelek nûnerên sazî û dezgehên Kurdistanê jî bûn mêvanê Kongreyê û peyamên xwe dan.
Li ser vê, di Kongreyê de rapora kar û xebatên rêxistinî ya salane hate xwendin û nirxandin.
Piştre biryarên nû ji bo dema pêş hatin girtin.
Di biryaran de, bi êrêkirina dengên piraniya delegeyan ve FKÊ navê xwe guhert û kir NAV-YEK (Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan).
Piştre rêveberiyek nû ya ji 33 kesan û hevserokên nû hatin hilbijartin.
Zerdeşt Gunay û Sabriye Savgat weke hevserokên nû peywîr girtin.