Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korûr Fîncanci ya li Parlamenta Swêdê beşdarî panelek li ser binpêkirina mafên mirovan a li Kurdistan û Tirkiyeyê bû, êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê ji ANF'ê re nirxand.
Fîncanci da xuyakirin, ku piştî 7'ê Hezîranê mekanîzmayeke nû ketiye meriyetê û bibîr xist, ku di teqînên li Pirsûs, Amed û Enqereyê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.
Fîncanci da zanîn, ji meha Tebaxê û pê ve di bin navê 'qedexeya derketina derve' de mirov li malên xwe hatine hepskirin, tî, birçî hatine hiştin û xizmeta perwerde û tenduristiyê ji wan re nehatiye dayîn.
Fîncanci diyar kir, mirina sivîlan ku di salên 2000'î de salê 3 an jî 5 bû, piştî meha Tebaxê ya sala 2015'an heta dawiya salê gihîşt 222 kesî û got, "Heta 1'ê Hezîranan 2016'an hejmara sivîlên hatin kuştin gihîşt 350 kesî. Piraniya van sivîlan jî jin û zarokên kêmî 10 salî ne. Mirov li hewşa xwe, li mutbexê, li salona xaniyên xwe hatin kuştin."
'RAPORÊN OTOPSIYÊ HENE KU NÎŞAN DIDIN, MIROV BI ZINDÎ HATINE ŞEWITANDIN'
Fîncanci der barê komkujiyên dewleta Tirk ên di dema qedexeya derketina derve de got, "Ez çûm Cizîr û Amedê, hevalên me jî çûn Geverê. Me li jêrzemînan rewşeke gelekî tirsnak dîtin. Nepêkan bû ku mirov li wê derê tespît bikira ku mirov berî hatine kuştin an jî piştî kuştinê hatine şewitandin. Ji ber ku pêwîstiya vê bi lêkolînkirinê hebû. Lê belê raporên otopsiyê hene ku nîşan didin hin ji van bi saxî hatine şewitandin. Dema em ketin hundirê jêrzemîna destpêkê, li erdê gelek hestiyên hatibûn şewitandin hebûn. Hestî parçe parçe bûbûn. Bêhneke giran ji bajêr dihat. Dema em ketin hundirê Cizîrê bêhna goştê şewitî dihat."
'DIXWAZIN KURDAN JI HEV BELAV BIKIN, BIKUJIN'
Der barê biryara îstimlaqkirinê de jî Fîncanci got, "Pêwîste bi hev re bê nirxandin. Ne tiştekî rasthatiye ku ev hemû li cihên HDP'ê herî zêde deng lê bi dest xistiye, pêk tê. Dixwazin nifûsa Kurdan ji hev belav bikin, parçe bikin, neçarî koçberiyê bihêlin û yên li hemberî vê li ber xwe didin jî bêyî cudahiyê bixe navbera wan hemûyan bikujin. Bi vî rengî dixwazin Qirkirina 1915'an, Dersîm a 1938'an ji nû ve bînin serê mirovan. Ji aliyekî ve ev ji aliyê din ve jî polîtîkaya tehcîrê. Dixwazin Kurdan li çar aliyên Tirkiyeyê belav bikin, dengên wan parçe bikin û vîna wan ji destê wan bigirin.
Pêwîste hevkariya di vir de tê kirin jî were dîtin. Aliyên berê li hemberî hev radibûn; Îslamî-mûxafazakar û artêş, dewleta kûr an jî Gladiyo li hev kirine. Bi rengekî bêeman êrîş dikin û ji bo xwe biparêzin qanûnên nû derdixînin. Bi van qanûnan ve di bin mertalê dewletê de wê bi hêsanî hemû sûcan bikin. Haya wan ji wan heye ku sûc dikin. Bi fikar in ku li hiqûqa navneteweyî bên darizandin. Lewma tedbîrên ji bo parastina xwe digirin. Dixwazin tirsê bixin dilê her kesî û bi vî rengî welêt bi rê ve bibin."