BI DÎMEN

Festîvala Çandê: Ji bo Îmraliyê divê demildest gav bê avêtin

Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle di Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya LI Frankfurtê de axivî, nerazîbûn nîşanî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîdê da û bang kir ku her kes demildest li dijî tecrîdê bikeve nava liv û tevgerê.

32’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku bi temaya “Em tecrîd û dagirkeriyê bişikînin, Rêber Apo azad bikin” tê lidarxistin, bi coşeke mezin dewam dike.

Girse li qadê bi stranên TEV ÇAND û hunermendên din ên beşdar bûne, Festîvala Çandê pîroz dike.

Festîval bi axaftina Hevseroka KNK’ê Zeynep Murad û siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle ku li ser navê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” axivî, dewam kir.

ZEYNEP MURAD: JIN JIYAN AZADÎ BÛ ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ

Zeynep Murad bi lehçeya Kelhorî ya Kurdî, dest bi axaftina xwe kir û anî ziman ku wê silavên gelê Rojhilatê Kurdistanê ji bo Abdullah Ocalan anîne.

Zeynep Murad piştre bi lehçeya Soranî axaftina xwe domand û qala qonaxa ku pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” gihiştiyê kir. Zeynep Murad ragihand ku bi felsefeya Abdullah Ocalan gelê Kurd li her çar parçeyan têkoşîn bilind kiriye û berxwedaneke mezin raber kiriye.

Zeynep Murad diyar kir ku gelê Rojhilat bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” ku felsefeya Abdullah Ocalan e, bûye çavkaniya îlhamê ya hemû tevgerên jin ên li cîhanê.

Zeynep Murad bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku gelê Kurd li dora şervanên azadiyê kom bûye û ev planên dagirkerî û îmhayê pûç kirine. Zeynep Murad got: “Gelê me li dora Rêber Apo kom bûye û wê li her çar parçeyên Kurdistanê li ser xaka xwe bi rûmet û azad bijî. Şervanên azadiyê îro bi felsefeya Rêber Apo hemû êrîşên dijmin pûç kiriye û wê pûç bike. Weke gelê Kurd em ê xwedî li nirxên xwe û çanda xwe derbikevin û azad bibin.”

HATÎP DÎCLE: PÊNGAV BI SER KET

‘’Li ser navê komîteya amadekar a pêngava ‘’Ji Abdullah Ocalan re Azadî,  ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’’ jî Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle axivî.

Hatîp Dîcle da zanîn ku pêngava ‘’Ji Abdullah Ocalan re Azadî,  ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’’ di asta cîhanî de serkeftineke mezin bi dest xistiye û ev yek anîn ziman: ‘’Rêber Ocalan bi paradîgmaya xwe ya nû ne bi tenê rêberê gelê Kurd e, di heman demê de di asta cîhanî de feraseteke demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinan pêş xistiye. Ev pêngav ji aliyê partiyên dost û gelê me yê Kurdistanê ve bi awayekî coş hatiye pêşwazîkirin. Ev yek ji Emerîkaya Başûr heya Efrîqayê, ji Eropayê heya Asyayê li hemû parzemînan pêk hatiye.

Em hemû ji nêz ve dizanin ku esareta Rêber Ocalan ya li Îmraliyê dikeve sala xwe ya 27’an. Ji bilî çend deqîqeyên li ser telefonê, ev 3 sal in bi tu awayî jê agahî nayê wergirtin.’’

Dîcle bal kişand ser bêdengiya saziyên navneteweyî jî û bi van gotinan bertekên xwe yên têkildarî mijarê nîşan da: ‘’Hemû sazî li hemberî rewşa heyî hevparên vî sûcî ne. Bêdengbûna li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li Îmraliyê tê wateya paşguhkirin û bi qestî nedîtina sûcê dijmirovî.’’

Dîcle di berdewamiya axaftina xwe de got ku nabe ku saziyên navneteweyî li hemberî tecrîda li Îmraliyê wezîfeya xwe bi cih neyînin û bal kişand ser berpirsiyariyên saziyên weke DMME, Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê.

Hatîp Dîcle banga têkoşîna li hemberî tecrîdê kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Em careke din bang li we dikin ku di vê mijarê de bi lez tevbigerin! Bizanibin ku em ê bêdeng nebin. Li hemberî rejîma qirkirinê ya Îmraliyê, em ê bi biryardarî parastina hiqûq û nirxên mirovahiyê bikin.’’

Festîval bi ahenga stranên hunermend Şehrîbana Kurdî berdewam dike.