Çalakvanên Meşa Dirêj: Em ê êrîşan têk bibin

Çalakvanên Meşa Dirêj bal kişandin ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd û ev peyam dan, “Gelê Kurd wê bi feraseta şerê şoreşgerî hemû êrîşan têk bibe. Bi berxwedana ciwanên Kurd wê qirkirin û dagirkerî were dawîkirin.”

32’EMÎN FESTÎVALA ÇANDA KURD A NAVNETEWEYÎ

32’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku bi temaya “Em tecrîd û dagirkeriyê bişikînin, Rêber Apo azad bikin” tê lidarxistin, dewam dike. Di festîvalê de çalakvanên Meşa Dirêj derketin ser dikê û girseyê silav kirin.  

Girseyê bi dirûşmeyên Bi can bi xwîn em bi te re ne” û “Bijî Serok Apo” ciwanan silav kirin. Li ser navê ciwanan daxuyanî hate dayîn û wiha hate gotin: “Ji vir bi hezar, milyonan car silav ji Rêber Apo re. 42 meh in agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Rêber Apo di encama komployeke navneteweyî de radestî dewleta Tirk hate kirin. Dewleta Tirk xwedî karakterekî faşîst e. Zarokên Kurd bi panzeran qetil dikin. Polîtîkaya qirkirinê li ser gelê Kurd pêk tîne. Saziyên Ewropayê û saziyên navneteweyî li hemberî sûcên mirovahiyê û pêkanînên tecrîdê ên li dijî Rêber Apo bêdeng dimîne, durû nêz dibe û dibe hevkarê vê sûcê.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên qirkirinê wê bi berxwedana ciwanan têk biçe û wiha hate gotin: “Gelê Kurd wê bi feraseta şerê şoreşgerî hemû êrîşan têk bibe. Bi berxwedana ciwanên Kurd wê qirkirin û dagirkerî were dawîkirin. Şehîdên wê têkoşînê wê neyên jibîrkirin. Hovîtiya dewleta Tirk bi pêkanînên li ser cenazeyên gerîlayan eşkere bûye. Cenazeyên me bi torbeyan didin malbatên me. Gerîla wê hesaba vê hovîtiyê bipirse, tola xwe hilîne. Gelê me jî wê hesaba wê bipirse.”

Festîva bi govend û pêşandanên komên rîtmê dewam dike.