Fermandariya HPG'ê ya Kerkûkê: Divê medya Başûr weşanên rast bike
Fermandariya HPG'ê ya Kerkûkê: Divê medya Başûr weşanên rast bike
Fermandariya HPG'ê ya Kerkûkê: Divê medya Başûr weşanên rast bike
Fermandariya HPG'ê ya Kerkûkê destnîaşn kir, ku divê meyda Başûrê Kurdistanê bi rastiyan, weşaneke rast bike. Fermandariya HPG'ê diyar kir ku medya Başûrê Kurdistanê beşdariya gerîlayên HPG'ê di operasyona 23'ê Mijdarê ya azadkirina Celewla de înkar kiriye û bi vî rengî xwestiye bike mijara nîqaşê.
Fermandariya HPG'ê ya Kerkûkê da xuyakirin, ku ji bo agahdarkirina gelê Kurd û raya giştî li ser bingeha rastiyan, wan pêwîstî bi dayîna daxuyaniyeke nivîskî dîtine û ev xal destnîşan kir:
"Meyda Başûrê Kurdistanê bi tevlîbûna hêzên me yên gerîla li operasyona azadkirina Celewla ya 23'ê Mijdarê înkar kiriye û xwestiye vê yekê bike mijara nîqaşê. Weke gerîlayên HPG'ê, me ti carî nêzîkatiyeke ku tevlî operasyon an jî şerekî em tevlînebûne de, nîşan nedane. Hêzên me yên gerîla bi awayekî aktîf û xurt beşdarî operasyona azadkirina Celewla bûne û taktîkeke şer a bi bandor nîşan dane.
Weke gerîlayên HPG em xwedî sekneke welê ya milîtanî ne ku ji bo parastina gelê Kurd û Kurdistanê amade ne di her şert û mercî de li her deverê şer bikin. Lewma nûçeyên hin navgînên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê, zerarê dide yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê. Em nûçeyê bi vî rengî yên înkarê û bêgingeh, şermezar dikin."