Fermandarê Jendermeyan li xwe mikur hat: Em di şerê man û nemanê de ne
Artêşa Tirk a ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê ji aliyê hêzên gerîla ve hatiye dorpêçkirin, derbên giran dixwe.
Artêşa Tirk a ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê ji aliyê hêzên gerîla ve hatiye dorpêçkirin, derbên giran dixwe.
'Fermandarê Giştî yê Jendermeyan' ê Tirk Yaşar Guler der barê şerê li Çelê de daxuyaniyek da û têkildarî rewşa xwe ya tengav de li xwe mikur hat.
Berevajî îdîayên medya Tirk û serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim ku digotin 'li herêmê operasyoneke serketî tê meşandin', Guler daxuyaniyek da û got, "Li herêmê şerê man û nemanê tê meşandin."
Guler ji bo '12 nuqteyên' digot ên gerîla ne, îdîa kir ku ew ê 'bi demê re' xwe bigihînin van cihan û bi vî awayî li xwe mikujr hat ku li pêşberî gerîla hê gavek jî bi pêş ve navêtine.