Fermandarê eniya başûr: Tank û top wê li hemberî vînê têk biçin!

Fermandarê eniya başûr: Tank û top wê li hemberî vînê têk biçin!

Fermandarê Eniya Başûr a Kobanê Andok Kobanê desnîşan kir ku di encama berxwedana mezin a li eniyê de însiyatîf di destê YPG'ê de ye û got, "Bi tank, top û fuzeyan hatin, lê belê carê li hemberî vîna qewîn a şervanên YPG'ê têk çûn. Neçarin têk biçin."

Li Kobanê berxwedana YPG/YPJ'ê di roja 14. de ye. Şer di nava sê hefteyên dawî de li sê eniyan giran bû. Lê belê ji 15'ê Îlonê û vir ve êrîşên DAIŞ'ê yên li eniya Başûr ti carî nesekinî.

Fermandarê Eniya Başûr Andok Kobanê, şervanên YPG/YPJ'ê Serxwebûn Amed, Xwînda Tîrêj û Dîcle Amara yên li eniya başûr bi rojane di nava şer de ne dibêjin , "Em ê ti carî rê nedin DAIŞ'ê."

FERMANDARÊ ENIYÊ: ÎNSIYATÎF DI DESTÊ YPG'Ê DE YE

Fermandarê YPG'ê yê Eniya Başûr Andok Kobanê da xuyakirin ku li hemberî êrîşên dijwar ên DAIŞ'ê li eniya başûr berxwedaneke mezin hatiye nîşandan û got, "Bi taybetî di êrîşên dawî de şikestineke mezin jiyan. Niha li eniya başûr însiyatîf di destê YPG'ê de ye."

Andok Kobanê diyar kir ku DAIŞ ji 15'ê Îlonê û vir ve çar êrîşên giran kirine, lê ev her çar êrîş bi serketina YPG'ê bi encam bûye. Gotina dawî ya Andok Kobanê mîna gotina dawî ya şerê li Kobanê ye:

"Bi tank, top û fuzeyan hatin, lê belê her carê li hemberî vîna qewîn a şervanên YPG'ê têk çûn. Neçarin têk biçin."

EM Ê DERSEKE WELÊ BIDIN KU...

Şervana YPJ'ê Dîcle Amara da xuyakirin ku ew bi rojane çeperên xwe naterikînin û destnîşan kir ku hêza herî mezin a wan li ser piyan digire, berxwedana gel a wan bi tenê nahêle ye. Amara wiha dewam dike.

"Çete dixwazin têkevin Kobanê û komkujiyê bikin. Kengî em hemû mirin, hingî wê bikevin Kobanê. Em ê xaka xwe û rûmeta Kurdan heta dawiyê biparêzin. Em bi ruh û vîna rêhevaltiyê şer dikin. Her rêhevalên me yên li cem me şehîd ketine, ji bo mezinkirina berxwedanê berpirsyariya me zêdetir kiriye. Em ê derseke welê bidin DAIŞ'ê ku wê careke din nekaribe navê Kurdan ne jî navê Kobanê bîne ziman."

JIN BI LEHENGÎ LI BER XWE DIDIN

Şervana YPJ'ê Xwîndar Tîrêj jî dibêje, "Dildozî û fedekariya hevalên me di şerê li hemberî êrîşên DAIŞ'ê de ji bo hevalên xwe nîşan dide, sedema herî girîng a serketina me ya bi kleşê li dijî çekên herî giran û modern ê DAIŞ'ê ye" û balê dikşîne ser rola şervanên jin a di şer de:

"Çeteya DAIŞ'ê dijminê mirovahiyê ye. Herî zêde jî dijminê jinê ye. Di rojeke ku dor li me hat girtin de hevaleke jin xwe feda kir. Bi taybetî di van pevçûnan de min ji berxwedana lehengî ya jinan re şahidî kir."

Şervanê YPG'ê Serxwebûn Amed jî diyar kir ku ne tenê li eniya Başûr li hemû eniyan berxwedana dîrokî dewam dike û got, "Em di nava piştevaniyeke xurt de şer dikin. Bila dilê Kobanê û gelê Kurdistanê rehet be. Em ê rê nedin DAIŞ'ê."