Ferhat Encuyê ku di komkujiya Roboskî de gelek xizm û kes û karên xwe winda kir ragihand ku daxwazên wan ên ji bo ronîkirina bûyera Roboskî tezmînat, bertîl û zextan tên û got: “ Serokwezî dixwaze bandora xwe li ser darazê çêbike. Ev saleke qaşo Komîsyona Qilaban dixebite. Armanca rast a ji vê komîsyonê ew e ku rê li ber zextên navneteweyî bê girtin. Daxwazên me yên ji bo edaletê jî bi gef û tehdîdan dibersivînin.
Ferhat Encû yê ku di Komkujiya Roboskî de tevî birayê xwe gelek xizmên xwe winda kir, ji ber lêgerîna xwe ya edaletê ji bo komkujiya Roboskî di salekê de 5 caran hate binçavkirin. Encuyê ku niha di Meclîsa Partiyê (MP) ya BDP’ê de ye, bal kişand ku daxwazên wan ên ji bo aşkerekirin û darizandina berpirsên komkujiyê her tim ji aliyê AKP’ê ve bi awayek din tê bersivandin. Encu destnîşan kir ku ew tevî malbatên Roboskî, rêxistin û saziyên sivîl, û partiyên siyasî ji bo ronîbûna komkujiyê hewl didin û got: “Em ji bo aşkerekirina komkujiyê hewl didin ku zextan li hukûmetê bikin. Lê gava em vê yekê dikin, zîhniyeta komkujperest a dewletê dest ji me bernade. Carna tehdîd dikin, hinekan digirin û dixwazin em dest ji vê yekê berdin. Lê em tu carî kuştina 34 canan qebûl nain. Dikarin 34 canên din li vana zêde bikin. Em weke malbatên Roboskî em du caran çûn serdana Meclîsê. Me hevdîtin bi
Encuyê got: “Muxatabê me hukûmeta AKP’ê ye” wiha axivî: “Me daxwazên xwe ji wan re ragihand. Gava me daxwazên xwe ragihand, hin caran di navbera me de alozî jî çêbûn. Di serdana me ya Meclîsê de Cîgira Serokê AKP’ê Ayşe Nûr Baçekapili ji me re got ‘min hêrs nekin, em nasnameyên xwe yên siyasî deynin aliyekê piştre biaxivin.’ Me gotibû hûn çima berpirsan aşkere nakin, evqas dem borî. Ev jî bû sedema aloziyê.”
SEROKWEZÎR ÇIMA JI BO PEYWIRÊ BANG LI DOZGERAN NAKE?
Encu destnîşan kir ku wana di serdana duwem a Meclîsê de bi Cîgirê Serokê Koma AKP’ê Mahîr Unal re hevdîtin pêk anîne û got: “Ne hukûmet û ne jî darazê komkujiyê ronî nekirin, ne jî rapora komîsyona Qilaban amade ye. Me ji wan re gotin hûn çima berpirsan aşkere nakin, gotin lêpirsîn didome. Min got ku serokwezîr derbarê hemû mijaran de bang li dozgeran dike. Ji bo vê meseleyê jî bang li dozgeran bikin, da ku em jidiya we bibînin. Min got divê pêngavên girîng bên avêtin. Piştre lîsteyek danîn ber min û gotin ‘Ferhat Encu tu yî’. Ji me re gotin ku em ê burs (pereyê didin xwendekaran) bidin 40 xwendekarên amadeyî û zanîngehê yên Roboskiyê.”
BI BERTÎLAN BERSIVÊ DIDIN DAXWAZA DADÊ
Encu da zanîn ku gava wî ji Unal pirsiye “Kê van bursan xwestiye” kir, got: “Nexêr, em hin saziyan re gihiştin hesabên we. Me ji meha mijdarê ve dest bi dayina van bursan kiriye. Min jî bersiva ‘Em daxwaza edaletê dikin, lê hûn hîna jî pere didin û bertîlan didin. Me tazmînat qebûl nekir, gelo hûn ê bi bertîlê bersiva daxwaza me ya ji bo edaletê bidin. Ne tiştekî etîk e. Ez şermezar dikim. Em nikarin bi vî awayî bi we re biaxivin jî. Ger hûn bi van şêwazan nêzî daxwazên me yên ji bo dadê bibin, em bi we re nîqaş jî nakin. Hûn mirov ewqas biçûk dixin.”
ME MESELE LÊKOLÎN KIR Û ÇARESER KIR
Encu der barê bursên ku ji bo xwendekarên Roboskê tên dayîn de jî axivî û diyar kir ku dê rojên pêş de rewşê binirxînin û wiha got: “Serokê Wekîlê Koma AKP’ê Unal got ev bi hevkariya karsazên cuda hatiye kirin. Me mesele çareser kir. Kê kiriye, çawa pêk hatiye me lêkolîn kir. Di demên pêş de em dê bertekên civakî pêk bînin li bursên ji bo xwendekaran hatiye dayîn dê dîsa şûnde bidin wan. Pereyên ku li hesabê me hatiye razandin em dê şûnde bidin.
KOMÎSYON DIXWAZE ZEXTÊN NAVNETEWÎ ASTENG BIKE
Encu ku bersûcê sereke serokwezîr û yê duyemîn jî fermandarê giştî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mahîn Unal ji me re got; Ger em bi gotinên wisa re rû hev werin dê pêvajo bidome. Got ev ji bo nebaşiya we ye’ û gef li me xwar. Me got her kes vê dizane. Me got derxistina holê ya kujeran girîng e. Berpirs kî be ya wî ye. Di vê mijarê de Komîsyona Qilabanê hat avakirin. Qaşo ev saleke ev komîsyon dixebite. Di adarê de gotin dê raporê aşkera bikin. Adar derbas bû gotin ev meh ev meh dirêj kirin. Wê demê min fêm kir ku armanca avakirin akomîsyonê bertekên li dijî komkujiyê kêm bikin. Bi armanca ku li dijî daxwazan xwe bidin xuyakirin hat avakirin û ji bo kujeran veşêrin hat avakirin. Her tim aşkerakirina raporê paşve xistin û ne bi edelet bûn.”
SEROKWEZÎR NAVEROKA RAPORÊ DANÎ HOLÊ
Encu behsa daxuyaniyên dawî yên Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan kir û got; “Li Ehmed-Mehmet dane girîng nîne. Hûn nikarin raporê aşkera bikin. Ev komkujî wek xetayek ya koordînasyonê, weke ku qezayeke gotin. Di rastiyê de dê naveroka raporê çawa be aşkera kirin. Ji bendewariyên me ji raporê nînin. Raporekî ku bi avêjine ser gelaşe. Raporekî ku kê fermana lêbidin daye, berpirsên vê komkujiyê kîne aşkera neke dê di çavê malbatan de ti wateya xwe ne be. Ji ber ku malbat dixwazin kiryar bêne aşkera kirin û darezandin.”
DAXWAZNAMEYA ME NE XISTIN NAVA DOSYAYÊ
Encu destnîşan kir ku, “Li aliyê din jî gelo lêpirsîn xilas bûye, kî vexwendine îfadeyê, çi gotine? Hêjan biryara veşariyê didome. Encu da zanîn ku, wan xwestiye agahiyan bigirin lê belê bê encam mane. Encu da diyarkirin ku, di 5’mîn meha komkujiyê de wî bi alîkarê Dozgerê Komarê yê Rayeya Taybet yê Amedê re hevdîtin pêkanî ye û got; “Me daxwaza kir ku, piştî lêpirsîn bidawî bibe em dê dozê vekin. Me daxwazname jî da. Me xwestibû biryara veşariyê bê rakirin. Dema ku me birêya parêzerê xwe aqûbeta daxwaznameyê pirsî, gotin daxwaznameyek wisan di nava dosyayan de tune ye, daxwazname winda bûye.”
SEROKWEZÎR DIXWAZE DARAZ MALZEMEYEKÊ BIDE DESTÊ WÎ
Encu bersiv da gotinên Serokwezîrê Tirk Erdogan yên “Ew mirov sivîlbûn yan sivîl nebûn diyar nîne” jî û wiha axivî: “Hemû tişt di dîmenên Heronan û dosyayên dozgeran de li holê ye. Ger wan dîmenan bi raya giştî re parve bikin dê her tişt bi zelalî derkeve holê. Pêwîste mirov vê gotinê wiha şîrove bike; ji bo bandor kirina darazê ye. Dema ku doz bê vekirin pêwîste dadger û dozger di vî alî de biryarê bigirin. Gotina em li benda biryara darazê rawestîn, ger daraz bêje sivîlin pêwîst bike ez dê lêborînê bixwazim. Dibêjin PKK’yîne. Yanî serokwezîr vê ji darazê dixwaze; malzemeyek wisan bidin min ku ez lêborînê nexwazim. Ez difikirim ku pêwîste mirov vê wisan bixwîne.”
ARMANC REWA KIRINA KOMKUJIYÊ YE
Encu aşkera kir ku, li ber gotinên Serokwezîrê Tirk Erdogan wî şerim ji mirovahiya xwe kiriye, “Ez li hemberî gotina yên behsa Roboskiyê dikin ruhê xwe firotine şeytan şermê dikim. Êşek ew qas mezin heyî, hêjan komkujî li holê ye, piraniya wan zarokin, em bi gotinek wisan re rû bi rû ne. Li gor min Serokwezîrê ruhê xwe radestî şeytan kiriye. Daxuyaniyekî tu eleqeya xwe bi nirxên mirovahî, mafê mirovan û wijdanê re tune ye. Daxuyaniyekî dervey mirovahiyê ye. Pêwîste şermezar bikin. Ji xwe ev gotin ji Serokwezîr dihat hêvî kirin. Me îtîrafên wiha jî dîtin ‘tezmînat be tezmînat ma êdî çi dixwazin. Di destê wan de perçeyên mayînan hebûn’. Hewil dide komkujiyê rewa bike.”
Encu destnîşan kir ku, Serokwezîr hewil dide komkujiyê bêxe ser zemînê milîtarîst û gotinên xwe wiha bidawî anî: “Di nava helwestekî ku ferqa mirovên çekdar û sivîl tune de ye. Ger ev kom PKK’eyî jî bin, li gorî qûralên şer yên di Hevpeymana Cenewreyê de ti mirov qetilkirinek wisan heq nake. Nayê pejirandin ku, ji hewa ve bê bombebaran kirin û bi çekên teknolojiya dawî bên kuştin. Ev operasyonekî ne guncawî qûralên şer bû. Dewlet bêy ku nirxên mirovahiyê li ber çav bigire, hemû mirovan dixe nava kefenekî û êrîş dike.”