Siyasetmedarê Qibrisî Neoklîs Sylîkîotî diyar kir ku Şoreşa Rojava ji bo Qibrisê mînakeke dîrokî ye û bûye çavkaniyeke sûdwergirtinê.
Endamê Parlamenta Ewropayê yê Qibirsî Neoklîs Sylîkîotîs ji ANF'ê re axivî û got, "Ji zûdeyî ez Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd nas dikim. Mînak, di salên 1980'î de dema li Elmanyayê bûm, min PKK nas kir. Birêz Abdullah Ocalan ji ber helweesteke hikumeta Yewnan ku dikarim bibêjim ne ya qebûlkirinê ye, hate girtin. Em ji wê demê ve helwesta hikumeta Yewnan rexne dikin. Ji bo me şermeke mezin e. Ez bi hemû qonaxên girtina wî zanim, me nerazîbûn nîşan dan. Dema ku darizandin pêk hat û cezayê îdamê lê hate birîn ji Koma Çep a li Parlamenta Ewropayê, ji koma li nava AKEL'ê nerazîbûneke mezin hate nîşandan. Salên dawî alîkarê serokê komê bûm û her sal me çalakî ji bo Kurdistanê lidar dixist. Ji bo têkoşîna Kurdan nîşan bidin ji HADEP'ê heta bi PYD a Sûriyeyê me Kurd vedixwend û mijara berdana Abdullah Ocalan her tim dixist rojevê.
Weke Koma Çep û AKEL em ti carî qebûl nakin ku tevgerên rizgariyê weke terorîst bêne pênasekirin. Em dibînin ku Tirkiye her kesên ji bo azadiya gel têdikoşe bi hêsanî bi terorîzmê sûcdar dike. Tişteke din a ku têkildarî Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin ew e ku di hucreya yek kesî de tê hiştin ku cihê vê yekê di sîstema dadgeriyê ya Tirkiye û Ewropayê de nîne. Hema bibêje sê sal in nikare parêzer û xizmên xwe bibîne. Ev yek binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn e, binpêkirina mafên mirovan e. Hûn nikarin mirovekî di vê astê de tecrîd bikin. Ev yek rêbazeke êşkenceyê ye.
Abdullah Ocalan têkoşîneke bêhempa dimeşîne û ev yek rastiyeke. Heta ku ev têkoşîn hebe çiqasî zextê bikin jî wê li pêşiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd nikaribin bibin asteng. Berevajî, wê têkoşîna gelê Kurd hîn mezintir bibe. Ne tenê li Tirkiyeyê, li Sûriyeyê, Iraqê û deverên din. Ev yek jî nîşan dide ku dewleteke otorîter li hemberî lîderê gelê Kurd çiqasî tedbîran bigire jî li pêşiya rola wî ya li nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê nikaribe bibe asteng."
Neoklîs Sylîkîotîs bi dewamî bal kişand ser Şoreşa Rojava û got, "Di çalakiyên li Parlamenta Ewropayê de em piştgiriyeke xurt didin mînaka Rojava. Ev yek mînakek ji pozîsyona Abdullah Ocalan e; azadiya jinê, parastina xwezayê, kolektîf, wekhevî û demokrasî li Rojava entegre bûne. Mînakeke ku em timî qalê dikin. Ji ber ku Kurd ji aliyê dîrokî ve salên dûr û dirêj bi ol, şêx û axayan ve girêdayî bûn. Bi saya çalakiyên PKK'ê pênaseyên demokratîk, kolektîf û ekolojiyê hatin afirandin.
Şoreşa Rojava ji bo Qibrisê jî mînakeke dîrokî ye. Ev yek ji bo me çavkaniyeke sûdwergirtinê ye. Çawa ku mirovên li Rojava, Kurd û Ereb di nava civakeke demokratîk de bi rengekî wekhev dijîn û bersivê didin neteweperestiyê, ev paradîgma nîşan dide ku Rûm ên Qibrisî dikarin bi rengekî demokratîk bi gelên din re bijîn, pêwîstiya xwe bi hêzeke din a serwer, bi parastina hêzeke cuda nîne."
Têkildarî kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka kurd re' Neoklîs Sylîkîotîs got, "Bi girtin û tecrîdkirina Abdullah Ocalan re texmîn dikirin ku wê Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bibe. Bi vî rengî nebû, berevajî vê yekê di nava vê dîlgirtinê de şoreşeke nû hate afirandin. Ev kampanya gelekî girîng e, mijareke ku demeke dirêj em li ser diaxivin. Ji bo pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk û aştiyane bê çareserkirin, divê lîderê gelê Kurd bê berdan. Ji bo gelê Kurd û Abdullah Ocalan piştgiriya navneteweyî girîng e. Tecrîdkirina Ocalan bi kêrî çareseriya pirsgirêkê nayê, pirsgirêkê hîn girantir dike. Ji ber vê yekê divê piştevaniya navneteweyî bê xurtkirin. Ji bo çareseriyeke demokratÎk û wekhev, ji bo rawestandina şer dubare dikim; divê Abdullah Ocalan tavilê bê berdan."
Di dawiya axaftina xwe de Neoklîs Sylîkîotîs got, "Di her karî de em bi Kurdan re ne. Çi dikin bila bikin em ê piştgiriya wan bikin, ji xwe em her tim piştgiriyê dikin. Li aliyê me nêrîneke gelekî erênî ji bo Kurdan heye. Ev kampanya gelekî girîng e, ez jî mîna yên din wan dixwînim, dişopînim û dixwazim hîn bêhtir destnîşan bikim. Bi rêya kampanyayê divê em karên Ocalan ên li girtîgehê, pêşniyarên wî yên ji bo agirbestê, karên ji bo civakê, karên li Rojava hîn bêhtir hîn bibin. Divê em ji gelê Qibrisê re jî qalê bikin. Lewma bi dîtina min divê pirtûkên Ocalan bi zimanên cuda bêne wergerandin. Bi taybetî li Qibrisê gelekî kêm e. Divê ev yek zêde bibe. Gelekî girîng e ku fikir, felsefe û îdeolojiya Abdullah Ocalan li nava gelê Qibrisê belav bibe."