Li navçeya Qoser a Mêrdînê bi pêşengiya Tevgea Jinên Azad (TJA) qetilkirina rojnamevan Azîz Koyluoglû ji aliyê dewleta Tirk ve û girtina nûçegîhana JINNEWS’ê Oznûr Deger hate protestokirin.
Girseya ku li xaçerêya Qoserê li hev civiyan, wêneyên Koyluoglû û Deger û pankarta “Hûn nikarin dengê rastiyê qut bikin” hilgirtin. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” û “Oznûr Deger û Azîz Koyluoglû rûmetê me ne” hatin berzkirin.
Piştî meşa heta ber avahiya DEM Partî ya navçeyê, Berdevka TJA’yê Hatîce Oncu daxuyanî da.
Hatice Oncu bertek nîşanî girtina Oznûr Deger da û wiha got: “Hewldanên bêdengkirina çapemeniya azad, êrîşa li dijî mafê agahî girtinê ya civakê ye.”
Hatice Oncu diyar kir ku nikarin dengê çapemeniya azad qut bikin û wiha got: “Em ji tenduristiya hevala xwe ya rojnamevan bi fikar in û dixwazin tavile were berdan.”
Hatice Oncur destnîşan kir ku çapemeniya azad ji dîrokê heta îro tevî zextan li ber xwe dide û gotina “Çapemeniya Azad wê berxwedanê bidomîne” ya rojnamevan Azîzî Koyluoglû ê hate qetilkirin, bi bîr anî û destnîşan kir ku wê lêgerîna heqîqetê dewam bike.
Hevseroka DEM Partî ya navçeyê Nilufer Yilmaz jî wiha got: “Hûn ê bi ser nekevin. Hevalên me divê di zûtirîn demê de werin berdan. Ew peyrewên Apê Musa û Gurbettellî Ersoz in. Penûs û kamereya Çapemeniya Azad wê tu carî li erdê nemîne.”
Parlametnerê DEM Partiyê Kamuran Tanhan jî wiha axivî: “Çapemeniya azad ji salên 90’î heta îro rêya heqîqetê dişopîne. Wê ji îro pêde jî bişopîne.”
Çalakiya protestoyî bi dirûşme û peyamên piştevaniyê bi dawî bû.