ROJEVA 12'Ê SIBATA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî hevdîtina bi Rêber Apo re wê bêne şopandin.
Parêzer Aynûr Paşa anî ziman ku tecrîda giran a 26 salan a li ser Rêber Apo binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn e û destnîşan kir ku ev kiryarên li dijî pîvanên hiqûqa navneteweyî li pêşiya mafên bingehîn asteng e.
Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da û bang li her kesî kir ku dakevin qadan, 15'ê Sibatê Roja Qirkirina Kurdan bikin Rojava Azadiyê.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê wê bêne şopandin.
Desteserkirina îradeya li Wanê û berxwedana li dijî vê yekê wê werin şopandin.
Parlamenteran Wanê ya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît anî ziman ku xelkê Wanê beriya niha bersiveke xurt dabû hewldana qeyûm û got, li dijî vê desteserkirina îradeyê jî têkoşîn wê bi biryardarî dewam bike.