BI DÎMEN

Şîlan Kobanê: Ew ê timî ji bo me pêşengên azadiyê bin

Endama Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîlan Kobanê da xuyakirin ku weke gaziyên jin şehîd Sorxwîn û Azadî wê timî ji bo wan pêşengên azadiyê bin û got, “Em ê heya dawiyê têkoşîna wan bidomînin. Em ê ala Sorxwîn û Azadî timî bilind bikin.”

Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a 11’ê Sibata 2024’an a li hember Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji rêveberên gaziyên şer Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik şehîd bûn. Şehîd Sorxwîn li ser wesiyeta xwe li Kobanê û Azadî li Dêrikê hatin veşartin.

Şehîd Sorxwîn Rojhilat yek ji fermandarên Tevgera Azadiyê ya Jinan temsîl dikir û heya dawiyê di şopa hevrêyên xwe de dimeşiya. Azadî Dêrik jî ji destpêka şoreşa Rojava heta kêliya dawî, li ser bingehê pîvanên Şerê Gel ê Şoreşgerî weke fermandareke pêşeng şerê azadiyê meşand.

Bi wesîleya yekemîn salvegera şehadeta Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik, gaziya şer û endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîlan Kobanê nirxandin kir.

‘SORXWÎN LEHENGIYEKE DI ASTA HERÎ JOR DE KIR’

Şîlan Kobanê diyar kir ku cara destpêkê sala 2014’an di şerê Kobanê de fermandar Sorxwîn nas kiriye û got, “Li ser banga seferberiyê ya Rêbertî ya ji bo Kobanê hevala Sorxwîn ji Botanê derbasî Rojava, Kobanê bû. Hevala Sorxwîn di şerê Kobanê de cih girt. Ew şer şerekî pir dijwar bû. Hevala Sorxwîn di wî şerî de fermandarî dikir. Hêz, moral, coş û biryardariya heval Sorxwîn di eniyên şer de hêz û qewet dida hevalan. Bêguman di şerekî wer giran û dijwar a hêzên dagirker piştgiriyeke mezin didan çeteyên DAÎŞ’ê de erka fermandariyê hilgirtin, dîsa nûnertiya Tevgera Azadiyê ya Jinan girtina ser milên xwe hêsan nîne. Heval Sorxwîn bi cesaret û kesayeta xwe ya Apoyî ew erk û mesûliyet di asta herî bilind û pîroz de bi cih anî.  Heval Sorxwîn di şerê li hember çeteyan de lehengiyeke di asta herî jor de kir.”

Şîlan Kobanê wer behsa kesayeta fermandar kir, “Hevala Sorxwîn pir ji hevalan hez dikir. Germahiya hevaltiya xwe timî li her cihî nîşan dida. Heval Sorxwîn dawiya 2014’an birîndar bû. Piştî wê min û heval Sorxwîn bêhtir hevdu dît û me zêdetir hevdu nas kir. Tevî birîndar jî bibû, tiştek ji coş û moralê xwe kêm nekiribû. Digot, ‘Em ji bo Kobanê çi bikin jî kêm e, têr nake. Em hemû şehîd bikevin jî divê Kobanê rizgar bibe.’ Li ser esasê hêvî, biryardarî û têkoşîna hevalên weke Sorxwîn, me Kobanê rizgar kir. Bi vê wesîleyê ez tevahî hevalên di oxira rizgarkirina Kobanê de şehîd bûne bi bîr tînim.”

Şîlan Kobanê anî ziman ku ew û fermandar Sorxwîn di xebatên YPJ’ê de li heman qadê mane û wiha domand: “Me bi hev re xebat meşandin. Heval Azadî jî li cem me bû. Weke hevaleke gazî di aliyê moraldayîna hevalan, perwerdekirina wan de min û gelek hevalên din hevala Sorxwîn mînak digirt. Timî hewl dida hevalên li cem xwe pêş bixe, rê bide ber wan. Hevala Sorxwîn piştre derbasî nav xebatên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Weke rêveberekê di vê xebatê de jî timî moral û hêz dida hevalên gazî. Bi perspektîf û nêzîkatiyên xwe dihişt em hevalên gazî di nav kar û xebatên têkoşînê de bêhtir aktîf bibin. Weke gaziyên jin, heval Sorxwîn wê timî ji bo me pêşenga azadiyê be. Em ê heya dawiyê têkoşîna wê bidomînin. Em ê çeka heval Sorxwîn li erdê nehêlin.”

‘AZADÎ PIR BI TÊKOŞÎNÊ VE GIRÊDAYÎ BÛ’

Şîlan Kobanê têkildarî şehîd Azadî jî destnîşan kir ku fermandar Azadî bi jiyanê û têkoşîna xwe ve pir girêdayî bû û got, “Ji heval û hevrêyên xwe pir hez dikir. Têkildarî pêşxistina Tevgera Azadiyê ya Jinan û hevalên jin hewldanên hevala Azadî pir bûn. Timî dixwest jin karibin di berxwedan û têkoşînê de di asta pêş de bin. Hevala Azadî ev xisûs ji xwe re kiribû hedef û armancek. Têkildarî tehlîl û nirxandinên Rêbertiyê yên ji bo jinan xwe perwerde dikir. Hevala Azadî pir dilpak bû. Dilsoza ax, gel û Rêbertiyê bû.”

Gaziya şer û endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîlan Kobanê axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Helbet mirov nikare bi çend gotinan jiyan, kesayet, têkoşîn û berxwedana heval Sorxwîn û Azadî vebêje. Lê bi kurtasî be jî min hewl da di salvegera şehadeta wan de hevrê Sorxwîn û Azadî careke din ji dil û can bi bîr bînim. Her du heval di êrîşeke bêbext û nemerd a dewleta Tirk de şehîd bûn. Her du heval mîna timî li cem me ne û em qet ji hev qut nebûne. Hest û hîseke wer her tim bi me re heye. Em pir kêfxweş in ku me hevalên weke Sorxwîn û Azadî nas kirin û me pêkve xebat meşandin. Heya dilopek xwîn di bedena me de hebe em ê ala hevalên xwe bilind bikin û rêya wan bidomînin. Heya em hêviyên hevalên xwe bînin cih û welatekî azad û demokratîk ava bikin em ê têkoşîna xwe pêş bixin.”